Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




نامَ بُ تیتوس 1:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Гәрәке ԝе готьна амьн ԛәԝин бьгьрә, чаԝа кӧ һин буйә, ԝәки бькарьбә бь һинкьрьна сахләм дьл бьдә йед майин у шашийед мьԛабьла бьдә рʼуйе ԝан.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 اَو دِبی خو قاهیم بِوَ وه کلاما مطمئن گو هاتیَ دَرس دایین بِگِریت، گو وِسا بِگاریت خلقه بِ دَرسا دوز نصیحت گَت و هَمژی بِگاریت ناو رویه اَونه گو مخالفته دِگَن دا راوَستیت.

Gade chapit la Kopi




نامَ بُ تیتوس 1:9
24 Referans Kwoze  

Awa xûşk-birano, nig bidin eʼrdê û wan rʼaw-rʼizima qewîn bigirin, yêd ku hûn hîn bûne, heger bi gotinêd me be, yan bi neʼmêd me be.


Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û hʼizkirinêda bimîne, kʼîjan ji Mesîh Îsa pʼara me kʼet.


Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,


bênamûsa, kʼona, dizêd merîya, derewîn û şeʼdederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin.


De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Lê tu, çi li hînkirina saxlem dikʼeve, hîn ke.


Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin.


Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.


Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne.


lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye.


dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe rʼihʼet xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welgerʼandin.


Çimkî bi cimeʼtî xeberdanêda ya wî li ser ya cihûya dikʼet, bi nivîsarêd pîroz dida îzbatkirinê, ku Mesîh, Îsa ye.


Lê heger hʼemû jî pʼêxembertîyê bikin, hingê yekî nebawer yan nezan bikʼeve hindurʼ, wê ji hʼemû gotinêd wan xwe mukurʼ bê û bê gunekʼarkirinê,


Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji kʼîjana hîn bûyî,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite