Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




نامَ بُ تیتوس 1:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara kʼifş kî, çawa min ev tʼemî li te kir:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Бона ԝе йәке мьн тӧ ль Кьретайе һьшти, ԝәки чь кемаси һәбьн бини сери у һәр бажарәкида бәрпьрсийара кʼьфш ки, чаԝа мьн әв тʼәми ль тә кьр:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بَ وه یگه یَ گو مِن تِ هِلایی ناو جَزیرا کْرِت دا گو تِ وان شُله مایی سَراست گَی و هَ وِسا گو مِن بُ تَ اَمِر گِر، ناو هر شَهرَگه دا هِندَ رِدین سِپیا کِفش گَی؛

Gade chapit la Kopi




نامَ بُ تیتوس 1:5
18 Referans Kwoze  

Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin


Tʼenê her tişt bira bi tʼerbet, cî bi cî û maqûlî be.


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Lê heger yek birʼçî ye, bira mala xweda bixwe, ku nebe, gava hûn bicivin, dîwanê ser xweda bînin. Bona pirsêd mayîn, gava bêm ezê hingê safî kim.


Ew çend rʼoj bûn jî birʼçî mabûn, Pawlos nava wanda sekinî û got: «Gerekê we gurʼa min bikira eʼvdno, ji Kirêtayê dernekʼetana, hingê weyê ev zîyan û cefa nekʼişanda.


Ew gemîwargeh bona derbazkirina zivistanê ne qenc bû, lema jî geleka ji wan qirara xwe da ku ji wir herʼin, belkî bikaribin bigihîjine bajarê Fînîksê û li wir zivistanê derbaz kin. Eva bajara gemîwargeheke girava Kirêtayê ye, ku li başûr-rʼoavayê û bakur-rʼoavayê dinihêrʼe.


Hêdî-hêdî gelek rʼojada em bi zorekê nêzîkî Kinîdyayê bûn. Bê ku rʼê nedida me, em binatʼara Kirêtayê ber Salmonêrʼa derbaz bûn.


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Rʼast e ez bedena xweda ji we dûr im, lê rʼuhʼê xweda tʼevî we me û ez şa me ku pʼergalîya weye tʼifaq û ew bawerîya weye ser Mesîh şidîyayî dibînim.


cihû û necihûyêd ku hatine ser bawerîya cihûya, usa jî kirêtî û eʼreb. Em dibihên ku evana bi zimanê me kirêd Xwedêye mezin dibêjin».


Gava bayê başûrêyî nerm hat, wana tʼirê îdî gihîştine meremê xwe, lengere kʼişandin rʼêkʼetin û xwe li hêşîya Kirêtayê girtî çûn.


Bona vê yekê min Tîmotʼêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rʼê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hʼemû civîna hîn dikim.


Ji kirêtîya hema xût zanekî wan jî gotîye: «Kirêtî tʼimê derewîn in, ew rʼeʼwirêd xirab in, û pʼirʼxurêd bêxîret in».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite