Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




نامَ بُ تیتوس 1:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Her tişt hʼelal e bona hʼelala, lê hʼeram û nebawerarʼa tiştekî hʼelal tʼune, hʼeta aqil û îsafa wan jî hʼerʼimîne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Һәр тьшт һʼәлал ә бона һʼәлала, ле һʼәрам у нәбаԝәрарʼа тьштәки һʼәлал тʼӧнә, һʼәта аԛьл у исафа ԝан жи һʼәрʼьминә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 بُ مِرُوه پاک، همو دِشد پاکَ، بله بُ مِرُوه مِرار و به ایمان، چه دِشد پاک نینَ، بَلگو هم فِکره وان و هَمژی وجدانا وان مِرارَ.

Gade chapit la Kopi




نامَ بُ تیتوس 1:15
21 Referans Kwoze  

Ez vê yekê zanim û Xudan Îsada guman im, ku tiştekî ji xwe hʼeram tʼune, lê bona wî hʼeram e, yê ku hʼeram hʼesab dike.


Rʼûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Her tişt hʼelal e, tʼenê bona wî merivî ne rʼast e, yê ku bi xwarina xwe dibe bayîsê kʼetina xelqê.


Dibêjin: «Her tişt eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt eʼdet e», lê her tişt ava nake.


Lê ew tiştêd ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv dihʼerʼimînin.


Lê heger yek dixwe dudilîyê dike, dîwanê ser xweda tîne, çimkî bi bawerîyê naxwe. Û her tiştê ku ne bi bawerîyê ye, gune ye.


Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.


Cara duda ew deng hate wî: «Ew tiştê ku Xwedê hʼelal kirîye tu hʼeram hʼesab neke».


Lê ev zanebûn cem her kesî tʼune. Hʼeta niha hê dilê hineka pey pʼûtpʼaristîyê ye, ku gava wî goştî dixwin, hʼesab dikin çawa qurbanêd pʼûta û xwe dihʼerʼimînin, çimkî îsafa xweye sistda fikara dike.


em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî.


Çi ku qesabxanada tê firotanê bixwin, pey pirs-pirsîyara nekʼevin, bona fikarkirina îsafê.


û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.


lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Rʼuhʼê hʼeta-hʼetayê Xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkʼarîyê Xwedêyê Saxrʼa bikin?


Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite