Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




نامَ بُ تیتوس 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ji Pawlosê xulamê Xwedê û Şandiyê Îsa Mesîh: Ji bo baweriya bijartiyên Xwedê û zanîna rastiya bi jiyana xwedayî ve girêdayî ye, ez hatime gazîkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Жь Паԝлосе хӧламе Хԝәде у шандийе Иса Мәсиһ, бона пешдачуйина баԝәрийа бьжартийед Хԝәде у занәбуна сәр рʼастийе, анәгори хԝәденасийе,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ژه پولس، خُلامه خدا و رسوله عیسیْ مسیحْ. اَز هاتِمَ بِژارتِن گو ایمانا مِرُوه بِژارتیه خدا تَقویَت گَم و وه مَعریفَتا راستیا گو گورَیَگی دینداریه یَ، بِژِم.

Gade chapit la Kopi




نامَ بُ تیتوس 1:1
23 Referans Kwoze  

Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,


bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.


Tu xwe ji deʼw-dozêd axmaxe bêfeʼm dûr bigire, çimkî tu zanî ku şerʼ ji wan pêşda tên.


Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin,


ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin.


Ez aha dikim, wekî dilşidîyayî bin, hʼizkirinêda bibin yek û bigihîjine tʼemamîya dewlemendtîya feʼmdarîyê. Hingê ewê surʼa Xwedê nas kin, ku Mesîh e.


Ji Pawlos û Tîmotʼêyoyê xulamêd Mesîh Îsa, tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, yêd ku pʼara Mesîh Îsa ne û li alîyêd Fîlîpyayê dimînin, tʼevayîya berpirsîyar û berdestîyêd civînêva:


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa û Tîmotʼêyoyê birayê me, civîna Xwedêye Korintʼêrʼa û wê tʼemamîya cimeʼta Xwedêrʼa, ya ku tʼevayîya qeza Axayayêda ye:


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


Ewê ku Kurʼ înkʼar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê tʼune. Lê yê ku Kurʼ îqrar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê heye.


Gelo Xwedê jî bijartîyêd Xwerʼa wê heqîyê neke, yêd ku şev û rʼoj hewara xwe Wî datînin? Yan Ewê caba wan derengî bêxe?


Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite