Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo II 4:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Çimkî Dîmas ji vê dinyayê hez kir û dev ji min berda, çû Selanîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîtos jî çû Dalmetyayê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Димас кӧ дьнйа һʼьз кьр әз һьштьм у чу Тʼесалонике. Кьрәскис чу Галатйайе, Тито жи Далмәтйайе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 چون گو دیماس بَر خاطره هَژه گِرِنا وه دُنیایه اَز هِلامَ و چویَ شَهره تسالونیکیه. کْریسکیس چویَ مَنطَقا غَلاطیه و تیتوس ژی چویَ مَنطَقا دَلماتیه.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo II 4:10
32 Referans Kwoze  

Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan.


Lê dilê min ne rʼihʼet bû, çimkî min birê xwe Tîto li wir nedît. Hingê min xatirê xwe ji wan xwest, çûme qeza Mekedonyayê.


Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda gerʼîyan, çimkî Rʼuhʼê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin.


usa jî Marqos, Erîstarxo, Dîmas û Lûqa, heval-xebatêd min.


Cara pêşin, gava ez li ber dîwanê sekinîm, kesekî pişta min negirt, hʼemûya ez hiştim çûn. Bira ev yek wanrʼa gune neyê hʼesabê!


Çimkî yêd mayîn her kes li pey kʼara xwe kʼetîye, ne ku ya Îsa Mesîh.


Lê Xwedêyê ku ber dilê şkestîyada tê, bi hatina Tîto dil da ber me


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


Ewana Emfîpolîs û Apolonyayêva derbaz bûn hatine Tʼêsalonîkê, wî cîyê ku kʼinîşta cihûya hebû.


Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir.


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.


ez bi hʼemû bawermendava tʼevayî berbirʼî we civînêd Galatyayêda dibim.


Şikir ji Xwedê ku ew xîret da Tîto jî, ku alî we bike.


Îdî hingê me ji Tîto hîvî kir, ku ew wî şixulê qencî ku nava weda destpêkir, xilaz ke jî.


Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


lê Pawlos rʼê têrʼa nedidît, yê Pamfîlyayêda ji wan qetîya û tʼevî wan şixul nekir tʼevî xwe bibirana.


Hingê Pawlos hevalêd xweva bi gemîyê ji Pafosê rʼêkʼetin hatine Pergêya Pamfîlyayê. Yûhʼenna li wir ji wan qetîya, vegerʼîya Orşelîmê.


Jina Lût bînine bîra xwe.


Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin».


Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn.


Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê.


Heger pirs bê ser Tîto, ew heval û xebatkʼarê tʼevî min e bona we. Lê heger bê ser wan her du birayêd me, ewana ji alîyê civînêda şandî ne, bona rʼûmeta Mesîh dixebitin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite