Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo II 2:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Divê ew bi nermî şîretan li yên dijraber bike, belkî Xwedê fersendê bide wan ku tobe bikin û rastiyê bizanin

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 бь ширьнайи йед мьԛабьл ширәт кә, бәлки Хԝәде мәщале бьдә ԝан, кӧ жь гӧнәкьрьне вәгәрʼьн у рʼастийе нас кьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 بِگاریت مِرُوه مخالف بِ نَرمیه اصلاح گَت گو رَنگَ خدا فُرصَتا تَوبَ گِرِنه بِدَتَ وان گو بِگَهَشِنَ مَعریفَتا راستیه،

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo II 2:25
30 Referans Kwoze  

Xûşk-birano, heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku rʼuhʼanî ne, wî bînine ser rʼîya rʼastîyê, lê bi rʼuhʼê milûktîyê. Lê haş ji xwe jî hebin, ku hûn nekʼevine cêrʼibandinê.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin.


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


Heger yek bibîne ku birê wî gunek kirîye, lê nabe berbi mirinê, bira bona wî dua bike û Xwedê wê jîyînê bide wî. Ez vê yekê hindava wanda dibêjim, kʼîjanêd ku gunê berbi mirinê nakin. Gune heye ku dibe berbi mirinê. Ez nabêjim, ku bona vê yekê dua bikin.


Niha ji wê xirabîya xwe vegerʼe, rʼeca ji Xudan bike, belkî ev nêta teye xirab bê baxşandinê,


Ev kʼulfetana her gav hîn dibin, lê tʼu car nikarin rʼastîyê nas kin.


Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Xwedê Ew bilind kir danî li milê Xweyî rʼastê, ku bibe Rʼêber û Xilazkir, wekî mecala tʼobeyê û baxşandina guna bide Îsraêlê.


Petrûs wanrʼa got: «Tʼobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê Rʼuhʼê Pîroz pʼêşkʼêş bistînin.


Lê Ez ne hʼewcê şeʼdetîya meriva me, Ez tʼenê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin.


û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!»


Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Wana jî guhdarî kir, sibehê zû kʼetine pʼaristgehê, destpêkirin hîn kirin. Hingê serekkʼahîn kʼoma xweva hat, tʼevî tʼemamîya kʼoma rʼûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin.


Çimkî Yûhʼenna hat ku rʼîya rʼastîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û çʼeʼvdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukurʼ nehatin, ku we ew bawer bikira.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite