Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo II 2:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Li xulamê Xudan nakʼeve, ku şerʼ bike, lê hindava hʼemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Divê xulamê Xudan ji pevçûnê dûr be, lê belê li hember hemûyan nerm be, ji bo hînkirinê jêhatî û bîhnfireh be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Ль хӧламе Хӧдан накʼәвә, кӧ шәрʼ бькә, ле һьндава һʼәмуйада бәрбьһер бә, бькарьбә һин кә у бинфьрә бә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 خُلامه خاده نابی شَرگَر بیت، بَلگو دِبی گَل همو کَسه دا مِهربان بیت، بِگاریت دَرسه بِدَت و بِگاریت بِ صَبره پیسیتیه تحمل گَت،

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo II 2:24
31 Referans Kwoze  

Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


belê me dikaribû çawa şandîyêd Mesîh ser we bibûna bargiranî. Lê belê em nava weda rʼûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarʼêd xwerʼa dirʼicife.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev.


Her tiştî bê bîntengî û bê şerʼ û deʼw bikin,


Tiştekî bi hevrʼikʼîyê nekin û li navê xwe negerʼin, lê ji we her yek bi milûktîyê hevalê xwe ser xwerʼa bigire.


Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin.


Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.


Ez, Pawlos xwexa hîvî ji we dikim, bi milûktî û şîrinayîya Mesîh, çawa tê gotinê ku ez rʼû bi rʼû nava weda mîna berxekî me, lê dûrva hindava weda mîna şêrekî me.


Rʼoja dinê rʼastî du îsraêlîya hat ku şerʼ dikirin, xwest ku wan li hev bîne û got: ‹Eʼvdno! Hûn bira ne, çima neheqîyê li hevdu dikin?›


Ewê ne bikʼeve hʼucetê, ne bike qarʼe-qarʼ û ne jî yekê dengê Wî meydanada bibihê.


Çʼeʼvê we li tişta ye, lê nakʼeve destê we, dikujin û çʼeʼvnebarîyê dikin, lê nikarin bigihîjine meremê xwe, hingê hûn hevrʼa dikʼevine hʼucetê û şerʼ dikin. Hûn dest naxin, çimkî hûn hîvî ji Xwedê nakin.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Hingê qalme-qalma mezin hê pêşda hat, ji qanûnzanêd alîyê fêrisîya hinek rʼabûne pʼîya û deng hildan mêrkʼîmî gotin: «Em vî merivîda tʼu xirabîyê nabînin. Belkî rʼuhʼekî yan milyakʼetekî vîrʼa xeber daye?»


Ji Pawlosê xulamê Xwedê û şandîyê Îsa Mesîh, bona pêşdaçûyîna bawerîya bijartîyêd Xwedê û zanebûna ser rʼastîyê, anegorî xwedênasîyê,


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Çʼekêd eskerîya me, ne yê merivayî ne, lê yêd qewate ji Xwedê ne, bona wêrankirina tʼeʼbîya.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Li ser vê yekê cihû hevrʼa kʼetine deʼwê û gotin: «Eva çawa dikare bedena Xwe bide me ku em bixwin?»


Lê her tiştîda em xwe bi sebira xweye mezin didine kʼifşê, çawa qulixkʼarêd Xwedê: Teʼlî-tengîyada, hêsîrî-belengazîya û derd-kulada,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite