Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo II 1:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û hʼizkirinêda bimîne, kʼîjan ji Mesîh Îsa pʼara me kʼet.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Wan peyvên saxlem ên ku te ji min bihîstine, bi bawerî û hezkirina ku bi Mesîh Îsa ye ji xwe re bike mînak.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Тӧ хԝә ль ԝи нәхше һинкьрьна сахләм бьгьрә, йа кӧ тә жь мьн бьһист у нава ԝе баԝәри у һʼьзкьрьнеда бьминә, кʼижан жь Мәсиһ Иса пʼара мә кʼәт.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 اَو قِسه دوزَ گو تَ ژه مِن بیهیستیَ، ناو ایمان و مُحبّتا گو ناو مسیحْ عیسیْ دایَ، بِگَ پِشه خو.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo II 1:13
30 Referans Kwoze  

Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.


Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji kʼîjana hîn bûyî,


Hûn ji min çi hîn bûn, we çi stand, çi bihîst û çi dît wê yekê bikin û Xwedêyê eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne.


De bîne bîra xwe ku te çi standîye û bihîstîye, gurʼa wan tişta bike û tʼobe ke. Lê heger tu hʼişyar nebî, Ezê mîna dizekî ser teda bigirim û tê qet nizanibî ku Ezê kʼîjan sihʼetêda ser teda bigirim.


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


De em wê gumana ku em îqrar dikin qewîn bigirin û ji cî nehʼejin, çimkî amin e, Ewê ku soz daye.


Ew tiştêd qence ku li te hatine spartinê bi wî Rʼuhʼê Pîrozî nava meda xwey ke.


şîretkʼarê bêfeʼma, dersdarê xişîma. Tu xweda jî guman î, ku bi Qanûnê xût tu xweyê tʼerzê zanebûnê û rʼastîyê yî.


Lê tu, çi li hînkirina saxlem dikʼeve, hîn ke.


Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


bênamûsa, kʼona, dizêd merîya, derewîn û şeʼdederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin.


lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.


Awa ku Serekkʼahînekî meyî mezin heye, ku eʼzmanarʼa derbaz bûye, Îsayê Kurʼê Xwedê, de werin em wê bawerîya ku îqrar dikin qewîn bigirin.


Lê Mesîh çawa kurʼ hindava mala Xwedêda amin bû. Û ew mala Wî em in, heger em wê eʼgîtîyê û gumana ku em pê difirʼin qewîn bigirin.


bi xeberêd saxleme bê kêmasî, wekî yê miqabil şermî bimîne û hindava meda tiştekî wîyî gotinê tʼunebe.


Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite