Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 6:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Lê ew ên ku dixwazin dewlemend bibin, dikevin ceribandinê, xefikê û pey gelek xwestekên bêhiş û ziyanker, yên ku mirov dixewirînin nav helakbûn û wêranbûnê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Ле әԝед кӧ дьхԝазьн дәԝләти бьн, тенә щерʼьбандьне, дькʼәвьнә тʼәләка у гәләк тәмед ахмах у зийанкʼар, кʼижан мерьв нӧԛи миратʼийе у ԝеранбуне дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بله اَونه گو داخازیا دَولمَند بونه هَنَ دِکَوِنَ ناو وَسوَسه، دِکَوِنَ ناو طَلِگه، دِکَوِنَ ناو گَلَک داخازیه گو پوچِن و ضَرَر هَنَ گو دِبِنَ باعیثه خِرا بون و بَین چُیینا خلقه.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 6:9
42 Referans Kwoze  

Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin.


Lê Petrûs wîrʼa got: «Zîvê te bira tʼevî te bitʼerʼibe! Te tʼirê pʼêşkʼêşa Xwedê pʼeretî tê standinê!


Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijîyêd hʼilekʼarva dêrisbûyî ye


xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin.


û got: «Hûnê çi bidine min, wekî ez Wî bidime destê we?» Û wana sî zîv jimirîn danê.


Gava xort ev xeber bihîstin, ber xwe kʼet û çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.


Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin.


Belê feʼmdarî ye, ku qanûn bona rʼasta nayê dayînê, lê bona neheq û serhʼişka, bona nepʼak û gunekʼara, bona mirʼdarʼ û hʼerama, bona bavkuj û dêkuja, bona mêrkuja,


Çimkî ew rʼojê mîna tʼelê bê serê hʼemû merivêd li ser dinê.


Li ser dinê xiznê xwerʼa necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin.


Usa jî wê bê serê her kesî, yê ku bona xwe xiznê tʼop dike û pê Xwedê dewletî nabe».


Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.


Tʼemîyê bide dewletîyêd vê dinê, bira babax nebin û gumana xwe nedine ser hebûka pʼûçʼe derew, lê li ser Xwedêyê ku her tiştî bi merʼdanî dide me, wekî em miraz pê bikin.


Ew me hîn dike, ku em nepʼakîyê û dilhavijîyêd dinyayê înkʼar kin û aqilda giran, bi heqîyê û xwedênasîyê bijîn li vê dinê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite