Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 6:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Tʼenê Ewî nemirî ye, nava rʼonayîyêda ye, ku tʼu kes nikare nêzîk bê. Tʼu qûl-benda Ew nedîtîye û ne jî dikare bibîne. Qedir û qudreta hʼeta-hʼetayê Wîrʼa be! Amîn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Ew bi tenê bêmirin e û di ronahiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne. Hurmet û karîna herheyî ji wî re be! Amîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Тʼәне Әԝи нәмьри йә, нава рʼонайийеда йә, кӧ тʼӧ кәс нькарә незик бе. Тʼӧ ԛул-бәнда Әԝ нәдитийә у нә жи дькарә бьбинә. Ԛәдьр у ԛӧдрәта һʼәта-һʼәтайе Ԝирʼа бә! Амин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 گو تِنه اَوَ گو فانی نینَ و ناو نورَگه جی گِرتیَ گو مِرُو نِگاریت نِیزوکی وه نوره بیت، اَوه گو نه چه جارا مِرُوَگه اَو دیتیَ و نه ژی دِگاریت بِبینیت. حُرمَت و سَلطَنَتا اَبَدی بُ وی بیت. آمین.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 6:16
30 Referans Kwoze  

Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Ev e ew gotina ku me ji Wî bihîst û eʼlamî we dikin, ku Xwedê rʼonayî ye û tʼu teʼrî Wîda tʼune.


Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, Ew Nixurîyê ser hʼemû eʼfirînarʼa.


Bi vê yekê Ez nabêjim, ku kesekî Bav dîtîye. Ewê ku ji Xwedê ye, tʼenê Ewî Bav dîtîye.


Îdî şevê li wir tʼunebe, wê rʼonaya çʼirê û rʼoyê kêr neyên, çimkî Xudan Xwedê wê li wan rʼonayî ke û hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bikin.


«Ya Xudan Xwedêyê me, Tu hêja yî ku rʼûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî Te her tişt eʼfirandin û bi xwestina Te ew eʼfirîn û hene».


Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn.


şikir ji Wîrʼa nava civînêda, bi saya Mesîh Îsa, hʼemû zemanîda, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


û gotin: «Amîn! Pesin, rʼûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira hʼeta-hʼetayê Xwedêyê merʼa be. Amîn!»


Îsa Mesîh duhu, îro û hʼeta-hʼetayê yek e.


Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.


Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?


«Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.


Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME».


Awa şikir ji Xwedê û Bavê me, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Tʼu kesî Xwedê tʼu cara ne dîtîye. Heger em hevdu hʼiz dikin, Xwedê nava meda dimîne û hʼizkirina Wî dilê meda gihîştîye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite