Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 5:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Awa ez dixwazim ku jinebîyêd cahil mêr kin, zarʼa bînin û malkir bin, wekî zimên nekine devê neyara.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Ji bo vê yekê ez dixwazim ku ew jinebiyên ciwan mêr bikin, zarokan bînin û xweyîtiyê li malê bikin, da ku fersendê nedin neyarê baweriyê ku buxtanan bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Аԝа әз дьхԝазьм кӧ жьнәбийед щаһьл мер кьн, зарʼа биньн у малкьр бьн, ԝәки зьмен нәкьнә дәве нәйара.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 بَجا نَظَرا مِن اَوَیَ گو، بِوَژِنه جیوانتِر مِر گَن و بِچوگا بینِن، خانوادا خو خُدان گَن و فُرصَته نَدَنَ دُژمِنی گو بُختانا بِگَت.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 5:14
19 Referans Kwoze  

aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, hʼeyf, gurʼa mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê.


Ewêd ku bin nîrê xulamtîyêda ne, bira axayêd xwe hʼesab kin çawa hêjayî qedirê bilind, wekî navê Xwedê û hînkirina me neyê bêhurmetkirinê.


bi xeberêd saxleme bê kêmasî, wekî yê miqabil şermî bimîne û hindava meda tiştekî wîyî gotinê tʼunebe.


Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Lê jinebîyêd cahil qebûl neke, çimkî gava evana temê xwe xirab dikin, berê xwe ji Mesîh diguhêzin, dixwazin mêr kin


Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye hʼelal bilind kin, bê hêrs û bê şerʼ-deʼw dua bikin.


Û ez çawa dikim, ezê usa jî bikim, wekî rʼê nekʼeve wan, yêd ku meʼnîya digerʼin, wekî pʼeyê xwe bidin, yançîye ew jî mîna me dixebitin.


De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwerʼa bidine ber hʼesaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelikʼumin yan pʼişk nebin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite