Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 4:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Her tiştê ku Xwedê eʼfirandîye qenc e û tiştekî hʼeram têda tʼune, heger bi rʼazîbûn tê qebûlkirinê,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Her tiştê ku Xwedê afirandiye qenc e û eger bi şikirî bê qebûlkirin, ne hewce ye tu tişt bê redkirin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һәр тьште кӧ Хԝәде әʼфьрандийә ԛәнщ ә у тьштәки һʼәрам теда тʼӧнә, һәгәр бь рʼазибун те ԛәбулкьрьне,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 چون هَچی دِشدا گو خدا آفِراندیَ، قَنجَ و هَگو بِ شُکُر گِرِنه بِتَ قَبول گِرِن، چه دِشد نابی رَد بیت،

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 4:4
15 Referans Kwoze  

Rʼûyê xwarinêda şixulê Xwedê xirab nekin. Her tişt hʼelal e, tʼenê bona wî merivî ne rʼast e, yê ku bi xwarina xwe dibe bayîsê kʼetina xelqê.


Çi ku qesabxanada tê firotanê bixwin, pey pirs-pirsîyara nekʼevin, bona fikarkirina îsafê.


Ez vê yekê zanim û Xudan Îsada guman im, ku tiştekî ji xwe hʼeram tʼune, lê bona wî hʼeram e, yê ku hʼeram hʼesab dike.


Dibêjin: «Her tişt eʼdet e», belê, lê her tişt ne kʼar e. «Her tişt eʼdet e», lê her tişt ava nake.


Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanrʼa qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew hʼevza xwe ji wan qurbanêd pʼûtpʼaristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin».


Ew meriv hʼal-zewacê didine hildanê, ji wan xwarina paşda didine girtinê, kʼîjan Xwedê ew bona bawermend û rʼastînaskirîya eʼfirandine, ku bi rʼazîbûnê bixwin.


Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».


Cara duda ew deng hate wî: «Ew tiştê ku Xwedê hʼelal kirîye tu hʼeram hʼesab neke».


Kʼê rʼojekê xwerʼa eʼzîz hʼesab dike, bona Xudan eʼzîz hʼesab dike, usa jî ewê dixwe bona Xudan dixwe, çimkî şikirîyê dide Xwedê. Û yê naxwe jî bona Xudan naxwe û şikirîyê dide Xwedê.


Çawa nivîsar e: «Dinya bi xêr-xizna xweva ya Xudan e».


Heger ez şikirîyê didime Xwedê dixwim, çima bona wê yekê xeyba min dikin, wekî ez şikirîya xwe Xwedê tînim?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite