Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 4:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Ew hînkirin ji wan ên ku wijdana wan bi durûtiya derewkaran hatiye daxdan, derdikeve.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Әԝ һинкьрьн бь дӧрʼутийа дәрәԝина дьбьн, исафа кʼижана кʼьзьри йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 بِ واسِطا ریاکاریا مِرُوه دِرَوگَر، هَمَن اَو مِرُوه دِرَوگَر گو وجدانا وان به حِس بویَ.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 4:2
18 Referans Kwoze  

Şerma rʼûyê xwe unda kirine û usa xwe dane doxînê, hʼeta ku her cûrʼe kirinêd hʼeram dikin û tʼêr nabin.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.


Evana ew rʼuhʼêd cina bûn, yêd ku nîşanêd eʼcêb dikin. Ew diçine cem hʼemû pʼadşêd dinyayê, wekî wan bicivînin, bona şerʼê wê Rʼoja Mezine Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê.


Pʼişkê xwedênasîyê wê li wan kʼeve, lê wê qewata wê înkʼar kin. Tu xwe ji yêd aha dûr bigire.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite