Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 4:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Нәбә кӧ йәк щаһьлтийа тә беһӧрмәт кә, ле тӧ баԝәрмәндарʼа бьбә нәхшәк, хәбәрданеда, рʼабун-рʼуньштьнеда, һʼьзкьрьнеда, баԝәрийе у һʼәлалийеда.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 نَهِلَ چه کَس بَر خاطره زَلام بونا تَ، تَ گوشگَ بِزانیت، بَلگو ناو قِسَدان و رِفتار و مُحبّت و ایمان و پاک بونه دا بُ مِرُوه خُدان ایمان بِبَ نمونَ.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 4:12
19 Referans Kwoze  

Her tiştîda jî, tu xwexa bibe tʼerzê kirinêd qenc, nava hînkirinêda bêdurʼûtî û maqûl be,


Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.


Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî.


ne ku li ser yêd ku pʼara we kʼetine hʼukum kin, lê nexşê qenc nîşanî kêrî kin.


Çʼeʼv bidine min, çawa ez jî çʼeʼv didime Mesîh.


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


Van tişta hîn ke, bi tʼemamîya hʼukumê xwe dil bide wan û li wan hilê. Bira tʼu kes te bêhurmet neke.


Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin.


Bizanibe ez çi dibêjim, çimkî Xudan her tiştîda hʼiş-aqil wê bide te.


Nava weda kʼî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pʼergalîya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktîya serwaxtîyê bide kʼifşê.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Heyneser xûşk-birano, çi ku bi rʼastîyê ye, çi ku bi maqûltîyê ye, çi ku bi heqîyê ye, çi ku bi hʼelalîyê ye, çi ku bi xweşîyê ye, çi ku bi firasetîyê ye û her tiştêd ku eʼsilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin.


Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin.


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite