Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 3:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Ji bilî vê, divê di nav yên li derve jî navê wî bi qencî derketibe, da ku lome li wî neyên kirin û ew nekeve xefika Îblîs.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ԝәки дьн жи гәрәке ԛәдьре ԝи щәм йед жь щьвине дәр жи һәбә, кӧ нәбә бе рʼәзилкьрьне у бькʼәвә тʼәләка мирещьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 خِنجی وانَ، اَو دِبی وِسا بیت گو مِرُوه دَروَیی کلیسایه اَوی مِرُوَگه قَنج بِزانِن گو وِسا نَکَویتَ ناو رسوایی و طَلِگا ابلیس دا.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 3:7
21 Referans Kwoze  

Çimkî em dikin rʼast derên, ne ku tʼenê li ber Xudan, lê li ber meriva jî.


Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin.


Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext.


Lê ewêd ku dixwazin dewletî bin, têne cêrʼibandinê, dikʼevine tʼeleka û gelek temêd axmax û zîyankʼar, kʼîjan mêriv nuqî mîratʼîyê û wêranbûnê dikin.


wekî pʼergalîya we tʼevî yêd derva meʼrîfetî be û hûn hʼewcê tiştekî nebin.


Em dikin tʼu tiştîda nebine bayîsê kʼetina tʼu kesî, wekî qulixê me neyê lomekʼarkirinê.


Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê,


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


bi xeberêd saxleme bê kêmasî, wekî yê miqabil şermî bimîne û hindava meda tiştekî wîyî gotinê tʼunebe.


aqilda giran bin, nav-namûs, malkir, hʼeyf, gurʼa mêrê xweda bin, wekî xebera Xwedê neyê bêhurmetkirinê.


Ji her cûrʼe xirabîyê dûr kʼevin.


Awa ez dixwazim ku jinebîyêd cahil mêr kin, zarʼa bînin û malkir bin, wekî zimên nekine devê neyara.


Çî minrʼa ye ez dîwana yêd ji civînê der bikim? Xwedê wê dîwana wan bike. Lê dîwana yêd civînêda destêd weda ye. Awa çawa nivîsar e: «Merivê xirab ji nava xwe derxin».


Yekî navê wî Hananîya, anegorî Qanûnê xwedêxof, nav cihûyêd Şamêda jî ew xweyîyê şeʼdetîya qenc bû,


Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».


Ewî caba wan da û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê,


Bona Dîmîtrîyo hʼemû jî şeʼdetîya qenc didin, hʼeta ku rʼastî jî. Em jî şeʼdetîyê didin û tu zanî ku şeʼdetîya me rʼast e.


Bira ne jî bawermendê nû be, ku nebe kʼubar be, dîwana wî jî mîna ya mîrêcin bê kirinê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite