Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 3:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 ne bindestê şerabê be, ne zordar be, lê berbiwêr be, ne şerûd be û ji peran hez neke.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 нә сәрхԝәш, нә сьрʼтук, ле бәрбьһер, нә шәрʼуд, нә пʼәрәһʼьз.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 مَه وَخار نَبیت، زُره نَگَت بَلگو مِرُوَگه نَرم بیت، شَرگَر نَبیت، هَژَ دِراوی نَگَت.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 3:3
45 Referans Kwoze  

Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Hindava tʼu kesekîda xirab xeber nedin, şerʼûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayîya xwe hindava hʼemû merivada bidine kʼifşê.


Û bi şeravê serxweş nebin, ku eʼmirê mêriv pʼûçʼ dike, lê bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bin.


Usa jî bira berdestî giran bin, xeberdanêda durʼûtîyê nekin, xwe nedine şeravê, pey kʼeda hʼeram nekʼevin.


Ji kʼu ne ew şerʼ û deʼwê nava weda? Ne ji temêd we ne, ku nava dilê weda şerʼê xwe dikin?


Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kʼara xwe, lê bi rʼezedilî,


Pʼerehʼizî bira nava jîyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, rʼazî bin, çimkî Xwedê got: «Ezê tʼu car ji te neçim û tʼu car te berʼnadim».


Pîrejin jî bira usa pʼergal bin, çawa li merivêd Xwedê dikʼeve, ne buxdanbêj, mêla wan ne ser vexwarinê be. Lê bira xweyêd şîretêd qenc bin,


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin.


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.


û gote wan: «Nivîsar e: ‹Mala Min mala dua wê bê hʼesabê›, lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›!»


Merivê bibine xwehʼiz, pʼerehʼiz, kʼubar, babax, buxdanbêj, ne gurʼa dê-bavada, bêşêkir, hʼeram,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite