Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Dixwazin bibine dersdarêd Qanûnê, lê ew xwexa jî nizanin çi dibêjin, ne jî wan tiştêd ku didine zora xwe feʼm dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Ew dixwazin bibin mamosteyên Şerîetê, lê ew bi xwe nizanin ku çi dibêjin û ne jî wan tiştên ku didin pêş fêm dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Дьхԝазьн бьбьнә дәрсдаред Ԛануне, ле әԝ хԝәха жи ньзаньн чь дьбежьн, нә жи ԝан тьштед кӧ дьдьнә зора хԝә фәʼм дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 و دِخازِن بِبِنَ ماموستایه شِریعَته، حال اَو حالَ گو اَو نِزانِن چه دِبِژِن آن راستا چه دا وِسا مطمئن قِسَ دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 1:7
20 Referans Kwoze  

Wana got: «Eme serwaxt in», lê bêfeʼm derkʼetin


Ev merivana mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman in, bi qafê xweye vala têne rʼêberîkirinê, ku bona nêçʼîr û kuştinê dinê kʼetine, wan tişta bêhurmet dikin ku nizanin ew çi ne, evê jî mîna wan hʼeywana unda bin herʼin.


ew yekî kʼubar e û tiştekî nizane. Ew nexweşîya şerʼ û deʼwava girtî ye, ji wê jî pêşda tên: Hʼevsûdî, neyartî, gotinêd nerʼêda, şikêd xirab


Çima ew Xwedêyê ku Rʼuhʼê Xwe pʼêşkʼêşî we dike û nava weda kʼeremeta dike, bona Qanûn qedandina we dike, yan bona ku we Mizgînî bihîst û bawerîya xwe jê anî?


Ev kʼulfetana her gav hîn dibin, lê tʼu car nikarin rʼastîyê nas kin.


Ez tʼenê vê yekê dixwazim ji we bizanibim: We Rʼuhʼê Xwedê bi Qanûn qedandinê stand, yan bi Mizgînî bihîstinê û bawerîya xwe jê anînê?


Ji minrʼa bêjin, hûn ku dixwazin bin Qanûnêda bin, we nebihîstîye Qanûn çi dibêje?


Ji wan vegerʼin! Ewe kor in û rʼêberê kora ne. Heger kor rʼêberîyê kora bike, her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê».


Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin».


Wana caba Îsa da û gotin: «Em nizanin». Ewî wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim.


Rʼoja sisîya wana Ew pʼaristgehêda dît. Ew tʼevî dersdara rʼûniştibû, guhdarîya wan dikir û pirs didane wan.


Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite