Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 1:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Ez ji Xudanê me Mesîh Îsa re şikir dikim ê ku hêz daye min, çimkî wî ez dilsoz hesab kirim û ez danîm ser vê xizmetê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Әз жь Мәсиһ Исайе Хӧдане мә рʼази мә, Йе кӧ ԛәԝат да мьн, әз амьн һʼәсаб кьрьм, данимә сәр ве хьзмәткʼарийе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اَز شُکرا خادیه مَ مسیحْ عیسیْ دِگَم گو قاوَت دایَ مِن، چون گو اَز وفادار زانیم و اَز بُ خِذمَتا خو کِفش گِرِم،

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 1:12
26 Referans Kwoze  

Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Ez wê civînêrʼa bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn kʼete stûyê min, wekî gotina Xwedê tʼemamîyê pêva bigihînime we,


û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê.


Bona vê yekê em ji vî qulixî venakʼişin, ya ku me bi rʼeʼma Xwedê standîye.


Lê niha çi ji qîz û xorta dikʼeve, min derheqa wanda eʼmir ji Xudan nestandîye, lê tʼenê ez fikira xwe dibêjim, çawa yekî ji Xudan rʼeʼm standî ku hindava Wîda amin e.


Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû, îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê hʼemû cihûyêd Şamêda dida birʼînê.


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


Ji Pawlos, şandîyê Mesîh Îsa, bi eʼmirê Xwedêyê Xilazkirê me û Mesîh Îsayê gumana me,


Tîmotʼêyoyê lawê xweyî bawerîyêdayî heq-hʼelalrʼa: De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Mesîh Îsayê Xudanê me li te be.


Li ber Xwedêyê ku eʼmir dide hʼemû eʼfirîna û li ber Mesîh Îsayê ku li ber Pîlatoyê Pontîyo şeʼdetîya îqrara qenc da, ez tʼemîyê didim te,


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


lê ji dest hʼizkirinê, hîvî dikim. Ez çawa Pawlosekî kal û niha jî bona Mesîh Îsa girtî,


û gote wan: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min û çi heqê we ye, ezê bidime we›. Ew jî çûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite