Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 1:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 bênamûsa, kʼona, dizêd merîya, derewîn û şeʼdederewa ye û bona her kesêd dine ku tiştêd miqabilî hînkirina saxlem dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 fuhûşkaran, ji bo qûngê û dizên mirovan, ji bo derewkar û yên ku bi derew sond dixwin û ji bo her tiştê din ê ku li hember hîndariya saxlem radibe, tê dayîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 бенамуса, кʼона, дьзед мәрийа, дәрәԝин у шәʼдәдәрәԝа йә у бона һәр кәсед дьнә кӧ тьштед мьԛабьли һинкьрьна сахләм дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بُ زِناگَرا و لواطگَرا؛ بُ بازِرگانه بردا، بُ دِرَوگَرا و اَونه گو شَهادَتا دِرَوین دِدَن و بَ هَچی دِشدا گو له ضِدّ دَرسا دوزَ،

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 1:10
34 Referans Kwoze  

Çimkî zemanê bê, ku meriv wê guh nedine hînkirina saxlem, lê wê xwestinêd dilê xwerʼa wan dersdara serhev tʼop kin, yêd ku tiştêd li guhê wan xweş tê wê hîn bikin.


Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, hʼeta jinêd wan jî hʼewcetîya xweye eʼdetê dinê hʼewcetîya ekʼsîeʼdetîyêrʼa guhêrʼîn.


Qet tiştekî hʼeram wê nekʼeve bajêr, ne jî yêd ku kʼirêtîyê û derewa dikin wê bikʼevinê, tʼenê ewêd ku kʼitêba Berxêye jîyînêda hatine nivîsarê.


Heger yek tiştekî din hîn bike û gotinêd Xudanê me Îsa Mesîhe saxlem û hînkirina xwedêpʼaristîya me ne qayl e,


Vê jî bîr nekin çawa Sodom, Gomora û bajarêd dor-berêd wan, mîna wan ji gurʼa Xwedê derkʼetin qavî kirin, çʼeʼv avîtine bedena başqe û dîwana agirîye hʼeta-hʼetayê ser xweda anîn. Evana îdî bona me tʼerz û ders in.


Gerekê wê gotina amin qewîn bigire, çawa ku hîn bûye, wekî bikaribe bi hînkirina saxlem dil bide yêd mayîn û şaşîyêd miqabila bide rʼûyê wan.


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Tu xwe li wî nexşê hînkirina saxlem bigire, ya ku te ji min bihîst û nava wê bawerî û hʼizkirinêda bimîne, kʼîjan ji Mesîh Îsa pʼara me kʼet.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Ev şeʼdetîke rʼast e, lema hʼişk li wan hilê, ku saxlem bin bawerîyêda


usa jî darçîn, bihareta bînxweş, bixûr, rʼûnê bînxweş, bixûrê eʼrebî, şerav, bizirê zeytʼûnê, arê xas, genim, dewar, pez, hesp, eʼrebe, xulam û rʼuhʼêd însên jî.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite