Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî II, 3:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 De bira Xudan mêla we bide ser hʼizkirina Xwedê û sebira Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Îcar bila Xudan dilê we ber bi hezkirina Xwedê û sebira Mesîh ve bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Дә бьра Хӧдан мела ԝә бьдә сәр һʼьзкьрьна Хԝәде у сәбьра Мәсиһ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 خاده دله وَ بِبَتَ بُ آلیه مُحبّتا خدا و طیگ راوَستانا مسیحْ.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî II, 3:5
33 Referans Kwoze  

Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.


Lê heger yek Xwedê hʼiz dike, ew ji alîyê Wîva naskirî ye.


De bira Xwedê, Bavê me xwexa û Xudanê me Îsa rʼîya me rʼast ke, em bêne cem we.


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Lê heger gumana me li tiştê nedîtî ye, em bi sebirê hîvîyê bimînin.


Awa Mesîh ku bona me bedenî cefa kʼişand, hûn jî bi wê nêt-fikirê sîlihʼkirî bin. Çimkî yê bi bedenî cefa kʼişand, wî dest ji guna kʼişandîye,


Bibihên xûşk-birayêd mine delal! Ne Xwedê belengazêd vê dinê bijartin, wekî bi bawerîyê dewletî bin û warêd wê Pʼadşatîyê bin, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin?


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Ewêd ku yê dîl kʼetinê ne, wê dîl bikʼevin, ewêd ku yêd ber şûr kʼetinê ne, ewê ber şûr kʼevin. Li vir wê sebir û bawerîya cimeʼta Xwedê kêr bê.


û ji eʼzmana hîvîya hatina Kurʼê Wî bin, kʼîjan ku Wî ji nava mirîya rʼakir, Îsayê ku me ji xezeba tê xilaz dike.


hîvîya Rʼoja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê rʼojê eʼzmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin pʼerʼê wêda bihʼelîne.


Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite