Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî II, 3:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ji vê pê ve xwişk û birano, ji bo me dua bikin, da ku peyva Xudan wek ku di nav we de çêbû, zû pêşve here û bi rûmet bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һәйнәсәр хушк-бьрано, бона мә дӧа бькьн, ԝәки хәбәра Хӧдан зу пешда һәрʼә у бе пәсьндайине, чаԝа нава ԝәда бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 له دوماییگه، گَلی بِرایا، بُ مَ دعایا بِگَن گو کلاما خاده زو پَخش بیت و احتراما وه بِتَ خُدان گِرِن، هَ وِسا گو ناو وَدا قَوِمی

Gade chapit la Kopi




Selanîkî II, 3:1
22 Referans Kwoze  

Xûşk-birano, bona me jî dua bikin.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


çimkî dergehekî xêrêyî mezin li ber min vebûye û peykʼetîyêd min gelek in.


Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.


Bi vî awayî Xebera Xudan bi zorayî hê pêşda diçû û qewat dibû.


Lê xebera Xwedê berfire û zêde dibû.


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.


Hûn xwexa jî zanin xûşk-birano, ku em badîhewa nehatine cem we.


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


bi alîkʼarîya wan duayêd ku hûn bona me dikin. Bi vî awayî bi saya duayêd geleka kʼerem wê merʼa bê dayînê û gelekê bona me şikirîyê bidine Xwedê.


Ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh û wê hʼizkirina ji Rʼuhʼ, wekî hûn bi duayêd xweye li ber Xwedê tʼevî şerʼkʼarîya min bin.


Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.


Awa hîvî ji Xweyê dirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne».


û wanarʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in. Awa hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite