Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî II, 2:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Bira tʼu kes we tʼu tiştîva nexapîne, çimkî ew Rʼoj nayê, hʼeta ku rʼaberîbûn pêşda neyê û ew Merivê Neheqîyêyî pʼara ceʼnimê kʼifş nebe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Bila tu kes bi tu awayî we nexapîne, çimkî heta ku pêşî ew vegerîna ji baweriyê çênebe û ew mirovê bêqanûniyê yê ku kurê helakê ye, eşkere nebe, ew roj nayê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бьра тʼӧ кәс ԝә тʼӧ тьштива нәхапинә, чьмки әԝ Рʼож найе, һʼәта кӧ рʼабәрибун пешда нәйе у әԝ Мәрьве Нәһәԛийейи пʼара щәʼньме кʼьфш нәбә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 نَهِلِن چه کَس چه جورا وَ بِلِبینیت. چون گو اَو رُژ نایِت، خِنجی هِنده گو اَوِلی زُوِرین ژه ایمانه دَستبه بِگَت و اَوه به دین گو دِچیتَ بُ آلیه بَین چُیینه دووهار بیت آنی گوره بَین چُیینه.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî II, 2:3
17 Referans Kwoze  

Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.


Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe.


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.


Ew ceʼnewirê ku wextekê hebû û niha tʼune, ew xwexa jî pʼadşê hʼeyşta ye. Ew yekî ji wan her hʼefta ye û wê herʼe unda be.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


Lê her rʼuhʼê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ekʼsîmesîh e, bona kʼîjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite