Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî II, 2:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Ey birayên ku ji aliyê Xudan ve tên hezkirin, em deyndar in ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Çimkî Xwedê hê ji destpêkê ve hûn bijartin, da ku hûn bi pîrozkirina Ruh û bi baweriya rastiyê xilas bibin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ле әм гәрәке һәр тʼьм бона ԝә жь Хԝәде рʼази бьн, хушк-бьрайед жь алийе Хӧданда һʼьзкьри. Чьмки Хԝәде сәре-серида һун бьжартьн, ԝәки бь Рʼӧһʼ бенә бӧһӧрти-жьбарәкьрьне, рʼастийе баԝәр бькьн у хьлаз бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله گَلی بِرایا گو اون بُ خاده عزیزِن، اَم دِبی همو جاره بَر خاطره وَ شُکرا خدا بِگَن، چون گو خدا اون بینا حاصِله اَوِلی بِژارتِن، گو اون بِ واسِطا مُقدس بون بِ رِحا خدا و باواری بِ راستیه نجاته پَیدا گَن.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî II, 2:13
42 Referans Kwoze  

Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê.


Xwedê em bona xezebê kʼifş nekirine, lê wekî xilazbûnê bistînin, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh.


Em zanin xûşk-birano, ku hûn Xwedêda hʼizkirî û bijartî ne,


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Gava kurʼik hê nebibûn, hê qencî-xirabî nekiribûn, Rʼêvêkayêrʼa hate gotinê: «Yê mezin wê xulamtîyê li yê biçʼûk bike». Ev yek bû, wekî qirara Xwedê weke bijartina Wî derê, ne ku kirava girêdayî be, lê li gora gazîya Xwedê be.


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.


wekî dîwana wan her kesî bibe, yêd ku rʼastî bawer nekirine, lê kʼêfa wan neheqîyêrʼa hat.


Çimkî bi kʼeremê hûn xilazbûyî ne, pê bawerîyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye.


Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Nava me û wanda tʼu firqî danenî, bi bawerîyê dilê wan paqij kir.


Û aha jî dibêje: «Ya Xudan, Te pêşîyê hʼîmê dinyayê danî û eʼzman kirêd destêd Te ne.


usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.


Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî, pʼalekî usa ku şerm nekî, xebera rʼastîyê rʼast şirovekî.


û yêd ku unda dibin bi her cûrʼe neheqîya bixapîne. Ewana unda dibin, çimkî wana rʼastî hʼiz nekir û qebûl nekir ku xilaz bin.


Kʼî dikare bijartîyêd Xwedê gunekʼar ke? Xwedê ye, ku wan bêsûc dike.


Lê şikir ji Xwedê, hûn ku wextekê xulamêd gune bûn, lê we bi dil û can gura tʼerzê wê hînkirinê kir, ya ku we xwe spartê.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû.


hʼemû rʼojêd eʼmirê xweda, rʼast û hʼelal Wî bihʼebînin.


Awa çawa cimeʼta Xwedêye bijartîye pîroz û hʼizkirî, dilşewatîyê, qencîyê, milûktîyê, berbihêrîyê û sebirê li xwe wergirin.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine.


Çimkî Xwedê gazî me li hʼeramîyê nekirîye, lê li hʼelalîyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite