Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî II, 1:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Ewê bela xwe ji wêranbûna hʼeta-hʼetayê bibînin, ji hʼizûra Xudan û rʼûmeta qewata Wî bêne avîtinê,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

9 Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Әԝе бәла хԝә жь ԝеранбуна һʼәта-һʼәтайе бьбиньн, жь һʼьзура Хӧдан у рʼумәта ԛәԝата Ԝи бенә авитьне,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 اَو ژه حُضورا خاده و شُکوه و جلالا قُدرَتا وی دیه به پار بِمینِن و ژه بَین چُنا اَبَدی دیه زَجره بِکِشِن،

Gade chapit la Kopi




Selanîkî II, 1:9
38 Referans Kwoze  

Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye.


Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Axirîya wan undabûn e, xwedêyê wan zikê wan e û kirêd wane şermî jî rʼûmeta wan e. Ewana tʼenê ser tiştêd vê dinê difikirin.


Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›.


Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.


Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin.


Lê Ewê bêje: ‹Ez werʼa dibêjim, Ez nizanim ku hûn ji kʼu ne. Ji Min dûr kʼevin, hûn hʼemûyêd ku neheqîyê dikin!›


Wê gavê pʼadşê berdestîyarʼa got: ‹Dest û pʼîyê wî girêdin, bigirin bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe qîrʼîn û çʼirke-çʼirka dirana›.


Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû.


pêlêd beʼrêye rʼabûyî ne, ku çawa eʼyba kirêd wê mîna kʼefê ser dikʼeve. Ew steyrkêd xalifî ne, bona kʼîjana dûxana teʼrîstanîyê hʼeta-hʼetayê xweykirî ye.


Lê tʼexmîna we, ewê hê çiqasî hêjayî cezayê giran be, yê ku Kurʼê Xwedê daye bin pʼîyêd xwe û Xûna peymanê hʼeram hʼesab kirîye, bi Kʼîjanê ew paqij bû û Rʼuhʼê kʼeremdayînê bêhurmet kirîye?


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Lê se-kûçʼik, sêrbaz, bênamûs, mêrkuj, pʼûtpʼarist û her kesê ku derewa hʼiz dike û derewa dike, ewê derva bimîne.


Ev merivêd ha kanîyêd çʼikîyayî ne û eʼwrêd ji ber bê ajotî ne. Şeverʼeşa teʼrîstanîyê bona wan xweykirî ye.


Gava bêjin: «Dinê seqirʼî û bêxofî ye», hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, mîna êşa kʼulfeta hʼemle û wê nikaribin qet jê xilaz bin.


Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te».


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Hingê nîşana Kurʼê Mêriv wê li eʼzmên xuya be û hʼemû miletêd dinyayê wê şînê bikin, gava bibînin Kurʼê Mêriv li ser eʼwrêd eʼzmên bi qewat û rʼûmeta mezin tê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite