Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî II, 1:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava Wîda bêne pesindayînê, li gora kʼerema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Wisa ku li gor kerema Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, navê Xudanê me Îsa Mesîh bi we bê birûmetkirin û hûn bi wî bên birûmetkirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Бь ви аԝайи ԝе пәсьне наве Хӧдане мә Иса ль нава ԝәда бе дайине у һуне жи нава Ԝида бенә пәсьндайине, ль гора кʼәрәма Хԝәдейе мә у Хӧдан Иса Мәсиһ.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 گو وِسا، گورَیَگی لطفا خدایه مَ و خاده عیسیْ مسیحْ، ناوه خادیه مَ عیسی، ناو وَدا شُکوه و جلاله پَیدا گَت و اون ژی ناو خاده عیسی دا.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî II, 1:12
21 Referans Kwoze  

gava wê Rʼojê Ew bê, wekî nava cimeʼta Xweda bê pesindayînê û hʼemû bawermend wê hʼeyr-hʼujmekʼar bin. Hûnê jî nava wanda bin, çimkî we bawerîya xwe şeʼdetîya me anî.


Heger hûn bona navê Mesîh bêne rʼezîlkirinê, hûne xwezilî ne, ku usa ye Rʼuhʼê xweyîrʼûmet, Rʼuhʼê Xwedê ser we danîye.


Çi ku yêd Min in, ew yêd Te ne, çi ku yêd Te ne, ew yêd Min in. Û Ez bi wan rʼûmetkirî me.


Rʼast e Ew bi sistîyê hate xaçkirinê, lê bi qewata Xwedê sax e. Em yektîya Wîda sist dibin, lê bi qewata Xwedê hindava weda emê bijîn tʼevî Wî.


Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,


Çimkî hûn kʼerema Xudanê me Îsa Mesîh zanin: Rʼast e Ew yekî dewletî bû, lê bona we kʼesîb bû, wekî hûn bi kʼesîbbûna Wî dewletî bin.


Ez her gav bona we şikirîyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kʼerema Wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa werʼa hatîye dayînê.


û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.


Ji we hʼemûyarʼa, hʼizkirîyêd Xwedêye pîrozbûnêrʼa gazîkirî, ku Rʼomayêda dimînin, kʼerem û eʼdilayî be, ji Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh.


Çimkî kʼerema Xwedê bona xilazbûna hʼemû meriva xuya bû,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite