Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 5:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Birano, ji bo vê yekê em ji we hêvî dikin: Şîretan li yên ku jiyana wan bêserûber e bikin, hanê bidin bêziravan, ji yên lewaz re bibin piştevan, li hember hemû mirovan bîhnfireh bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әм һиви жь ԝә дькьн хушк-бьрано, йед бепʼәргалә бехирәт ширәт кьн, дьл бьдьнә бәр тьрсонәка, кери кʼәтийа ԝәрьн, һьндава һʼәмуйада сәбьра ԝә һәбә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 گَلی بِرایا، اَم لاواهیا وَ دِگَن اون به خیرَتا نصیحت گَن؛ به جُراَتا تشویق گَن؛ آریکاریا ضعیفا بِگَن و راستا وان همویادا وَ صَبر هَبیت.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 5:14
40 Referans Kwoze  

Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Ewê ku bawerîyêda sist e, qebûl kin, lê ne ku bona bîr-bawerîya wî jêrʼa bikʼevine deʼwê.


Min pê hʼemû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin kʼomekê bidine kʼetîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›».


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Girtîya bîr bînin, hʼesab kin ku çawa hûn jî tʼevî wan girtî ne, usa jî cefakʼêşa bîr bînin, çawa ku hûn jî mîna wan xûn û goşt in.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Hûn bi tʼemamîya milûktîyê û şkestî, bi sebirê hʼizkirinêda li ber hev daxin.


Ez vê yekê werʼa dinivîsim, ne ku we bidime şermê, lê wekî we mîna zarʼêd xweye delal şîret kim.


Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.


Ew qamîşê pʼerçʼiqî hûr nake, pʼilta diçʼirûse vênasîne, hʼeta ku heqîyê bigihîne sêrî.


Awa qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê tʼaqet bişidînin


Gerekê berpirsîyar bêlekʼe be, mêrê jinekê be, zarʼêd wî bawermend bin, yêd ku bona avîtîyê yan jî bona neguhdarîyê nekʼetine nava dev-dirana.


ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz.


Û hevrʼa şîrin û dilşewat bin, li hev bibaxşînin, çawa Xwedê bi Mesîh baxşande we.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got.


Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».


Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberpʼûçʼ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne.


Lê ev zanebûn cem her kesî tʼune. Hʼeta niha hê dilê hineka pey pʼûtpʼaristîyê ye, ku gava wî goştî dixwin, hʼesab dikin çawa qurbanêd pʼûta û xwe dihʼerʼimînin, çimkî îsafa xweye sistda fikara dike.


Lê nebe ku bi çʼeʼvê xirab li wî binihêrʼin, lê mîna bira şîret kin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite