Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 4:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Bira nebe ku yek wê yekêda ji eʼsiltîyê derê û namûsa xûşk-birarʼa bilîze. Xudanê bona van hʼemû tişta hʼeyfê ji meriva hilde, çawa me ev yek pêşda werʼa got û bi meʼrîfetî tʼemî li we kir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

6 Û di vê yekê de tu kes heqê birayê xwe nexwe û li hember wî sûc neke. Wek ku me pêşî ji we re got û tembîh li we kir, Xudan ji bo van hemû tiştan heyfê hiltîne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

6 Бьра нәбә кӧ йәк ԝе йәкеда жь әʼсьлтийе дәре у намуса хушк-бьрарʼа бьлизә. Хӧдане бона ван һʼәму тьшта һʼәйфе жь мәрьва һьлдә, чаԝа мә әв йәк пешда ԝәрʼа гот у бь мәʼрифәти тʼәми ль ԝә кьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 گو چه کَس نابی وه مَسَله دا راستا بِرایه خودا خطایه بِگَت و راستا حَریما بِرایه خودا طمعه بِگَت، چون گو خاده تُلا تواوی وان دِشدانَ دیه وَگَت، هَ وِسا گو مَ پِشتِر گُتَ وَ و مِجِد هُشدار دا وَ.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 4:6
50 Referans Kwoze  

Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Hʼeyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: «Hʼeyfhildan destê Min e, Ezê hʼeyfê hilînim, Xudan dibêje».


Xezeba Xwedê ji eʼzmên ser hʼemû bêxwedêtî û neheqîya wan meriva xuya dibe, kʼîjan ku bi neheqîyêd xwe nahêlin ku rʼastî xuya be.


We ew heqêd pʼalêd ku eʼrdê we didirûtin nedanê. Va ye ew heq dikine zarîn. Şikîyatê wan pʼala gihîştîye guhê Xudanê Zor.


Lê hûn belengaza bêhurmet dikin! Çima ew yêd dewletî nînin, ku zorê li we dikin û we kʼaşî ber dîwanê dikin?


çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.


Çimkî ew xizmetkʼarê Xwedê ye bona qencîyêd te. Lê heger xwe li xirabîyê bigirî, jê bitirse, çimkî wî badîhewa şûr girênedaye. Ew xizmetkʼarê Xwedê ye, ku hêrsa Wî ser wanda birʼêje, kʼîjanêd ku xirabîyê dikin.


Lê Ezê werʼa bêjim, ku hûn ji kʼê bitirsin. Ji Wî bitirsin, Yê ku pey kuştinêrʼa jî hʼukumê Wî heye bavêje ceʼnimê. Belê, Ez werʼa dibêjim ji Wî bitirsin!


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe.


Awa ez vê yekê mêrkʼîmî dibêjim û bi navê Xudan tʼemî li we dikim, ku hûn îdî tʼu cara wê rʼêda neçin, çawa pʼûtpʼarist bi fikirêd xweye pʼûçʼ diçin.


Tu tʼemîya zanî: ‹Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire›».


Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.


Hûn pʼak zanin em hindava we her kesîda usa bûne, çawa bav hindava zarʼêd xweda.


Lê nivîsar cîkî şeʼdetîyê dide û dibêje: «Ya Xwedê, însan çi ye ku wî bîr tînî, yan bendê vê dinê ku bona wî xem dikî?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite