Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 4:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 ne bi xwestina temê xirab, mîna pʼûtpʼarista, yêd ku Xwedê nas nakin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 нә бь хԝәстьна тәме хьраб, мина пʼутпʼарьста, йед кӧ Хԝәде нас накьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 و بینا قَومه گو یهودی نینِن و خدا ناس ناگَن، نَکَونَ ناو داخازیه شهوته دا.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 4:5
17 Referans Kwoze  

Berê, gava we Xwedê nas nedikir, we xulamtî yêd usarʼa dikirin, ku rʼast ne xwedê bûn.


wekî hʼeyfê ji wan hilde, yêd ku naxwazin Xwedê nas kin û gurʼa Mizgînîya Xudanê me Îsa nakin.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, hʼeta jinêd wan jî hʼewcetîya xweye eʼdetê dinê hʼewcetîya ekʼsîeʼdetîyêrʼa guhêrʼîn.


Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê hʼeramîyê, ku bedena xwe nava hevda bihʼerʼimînin.


Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.


Çimkî pʼûtpʼaristêd dinyayê li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê we zane ku hûn hʼewcê wan tişta ne.


Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite