Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 4:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Bira ji we her kes jî zanibe qalibê xwe hʼelal û bi namûsî xwey ke,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4-5 ne wek miletên ku Xwedê nas nakin di xwestekên şehwetê de, lê bila her yek ji we bizane ku di paqijî û şîrhelaliyê de li bedena xwe bibe xweyî.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Бьра жь ԝә һәр кәс жи заньбә ԛальбе хԝә һʼәлал у бь намуси хԝәй кә,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 گو هَریگ ژه وَ دِبی بِزانیت گو چاون ناو مُقدس بون و حُرمَته دا اختیارا بَدَنا خو بِگِریتَ دَست،

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 4:4
15 Referans Kwoze  

Lê heger xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin.


Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatîya Xwedê, qalibê xwe dîyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li Wî qebûl, ya ku hʼebandina weye rʼuhʼanî ye.


Usa jî mêrno, bi feʼmdarîyê eʼmirê xwe tʼevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê pʼêşkʼêş bistînin, wekî tʼu tişt nebine bayîsê duayêd we.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Çima hûn nizanin ku bedenêd we endemêd Mesîh in? Ez endemêd Mesîh hildim tʼevî qava kim? Tʼu car!


Lê bona ku pêşîya her cûrʼe qavîyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr.


Heyneser xûşk-birano, çi ku bi rʼastîyê ye, çi ku bi maqûltîyê ye, çi ku bi heqîyê ye, çi ku bi hʼelalîyê ye, çi ku bi xweşîyê ye, çi ku bi firasetîyê ye û her tiştêd ku eʼsilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin.


(Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.


Lema jî Xwedê ew bi xwestina dilê wan dane destê hʼeramîyê, ku bedena xwe nava hevda bihʼerʼimînin.


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Lê ev xizne nava me derdanêd hʼerʼîda heye, wekî bê kʼifşê ku zorayîya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite