Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 4:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 paşê, em ku sax mane, tʼevî wan eʼwrava bêne rʼahiştinê, hewêda rʼastî Xudan bên û bi vî awayî emê hʼeta-hʼetayê tʼevî Xudan bin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Piştre, em ên ku dijîn û sax mane, emê bi wan re di ewran de bên rahiştin, da ku di hewayê de em herin pêşiya Xudan û bi vî awayî emê her û her bi Xudan re bin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 паше, әм кӧ сах манә, тʼәви ԝан әʼԝрава бенә рʼаһьштьне, һәԝеда рʼасти Хӧдан бен у бь ви аԝайи әме һʼәта-һʼәтайе тʼәви Хӧдан бьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 پاشه اَم اَونه گو ساخِن و مانَ، اَمه گَل واندا بُ ناو اَورادا ژِلَل بِنَ بِرِن گو خاده ناو هوادا بِبینِن و وِسا اَمه همو جاره گَل خاده دا بِن.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 4:17
33 Referans Kwoze  

nişkêva, çawa çʼeʼvê xwe bigirî-vekî, dema borʼîya axirîyê bê lêdanê. Çimkî gava borʼî bê lêdanê, mirî wê nedêrisbûyî rʼabin, emê jî bêne guhastinê.


Hingê wan her duya dengekî bilind ji eʼzmên bihîst ku wanrʼa got: «Werine vê jorê». Û ewana ber çʼeʼvêd dijminêd xwe eʼwrava hilkʼişîyane eʼzmên.


Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.


Em vê yekê bi gotina Xudan werʼa dibêjin: Em ku hʼeta hatina Xudan bijîn sax bimînin, tʼu car pêşîya mirîya nakʼevin.


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Gava ev yek got, ber çʼeʼvê wan berbi eʼzmên hate hilatinê û eʼwrekî ji ber çʼeʼvê wan Ew veşart.


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


Gava ewana ji avê derkʼetin, Rʼuhʼê Xudan Fîlîpo hilda, îdî nemêr Fîlîpo nedît, ew eşq û şa rʼîya xweda çû.


Îsa gote wî: «Te bi devê xwe got. Lê Ez werʼa dibêjim, ji vir şûnda hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê Wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Wê kʼulfetê zarʼeke kurʼîn anî, ku wê bi şivdara hʼesinî şivantîyê li hʼemû mileta bike. Lê zarʼa wê hate rʼahiştinê, li cem Xwedê û ber tʼextê Wî.


Û gumana meye eʼseyî heye û hê dixwazin ji vî qalibî derên li cem Xudan bihêwirin.


Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».


Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,


Lê em hîvîya eʼrdekî nû û eʼzmanêd nû ne, li gora sozê Wî, kʼîjanada heqîyê bimîne.


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.


Ew bona me mir, wekî em heger sax bin yan mirî bin, tʼevî Wî bijîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite