Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 4:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Bikin ku hûn giran-seqirʼî bijîn û ji we her kes şixulê xweva mijûl be û bi destê xwe bixebite, çawa me tʼemî li we kir,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11 Bixebitin ku jiyana we bêpêjin be û wek ku me tembîh li we kir, hûn bi xebata xwe ve mijûl bibin û bi destên xwe bixebitin,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11 Бькьн кӧ һун гьран-сәԛьрʼи бьжин у жь ԝә һәр кәс шьхӧле хԝәва мьжул бә у бь дәсте хԝә бьхәбьтә, чаԝа мә тʼәми ль ԝә кьр,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 داخازیا وَ اَوَ بیت گو وَ ژیانَگه آرام هَبیت و سَره وَ ناو شُلا وَدا بیت و بِ دَسته خو شُل گَن، هَ وِسا گو مَ بُ وَ اَمِر گِر.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 4:11
23 Referans Kwoze  

Ewê ku dizîyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye hʼelal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje kʼetîya jî.


lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e.


Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


usa jî bona pʼadşa û hʼemû serwêra, wekî em jîyîneke eʼdil û seqirʼî derbaz kin, bi tʼemamîya xwedênasîyê û maqûlîyê.


Em bi destê xwe dixebitin, bi xûdana xwe dijîn. Gava me rʼezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin,


Bira ji we tʼu kes cefê nekʼişîne, çawa mêrkuj, yan diz, yan zulmkʼar, yan jî tʼevî şixulê xelqê bûyî.


Serda jî mal bi mal digerʼin, xwerʼanedîtî hîn dibin, ne tʼenê xwerʼanedîtî ne, usa jî gilîgerʼo, tʼevî şixulê xelqê dibin û tiştêd necayîz xeber didin.


Bona vê yekê em diceʼdînin, ku heger em bimînin yan derên, tʼenê li Wî xweş bên.


xîretêda xwerʼanedîtî nîbin, rʼuhʼê xweda alav din, xizmetkʼarîya Xudan bikin,


Min pê hʼemû şixulêd xwe nîşanî we kirîye, ku çawa gerekê bixebitin kʼomekê bidine kʼetîya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku got: ‹Xwezî li dayîya, ne ku li standîya›».


Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne.


Min diceʼdand ku wan dera Mizgînîyê dannasîn kim, kʼîderêd bona navê Mesîh nehatibû bihîstinê, wekî nebe ku ez ser hʼîmê hinekêd din çêkim.


cem wan ma û tʼevî wan xebitî, çimkî pʼêşê wan yek bû, kon çêdikirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite