Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 2:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

8 Em bi hezkirineke wisa bi we ve hatibûn girêdan ku êdî me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ӧса жи дьле мә сәр ԝә дьшәԝьти, һʼәта кӧ мә дьхԝәст нә кӧ тʼәне Мьзгинийа Хԝәде бьда ԝә, ле әʼмьре хԝә жи, чьмки һун бьбунә дәлалийед мә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 هَژه گِرِنا مَ راستا وَدا وِسا گَلَک بو گو اَم حاضِر بون نه تِنه انجیلا خدا بِگَهَشِنینَ وَ، بَلگو جانه خو ژی رِیا وَدا بِدَن. چون گو اون بُ مَ گَلَک عزیز بِبون.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 2:8
23 Referans Kwoze  

Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin.


Ezê bi dilekî şa, xwe jî û mal-hʼalê xwe jî bona we bidim. Heger ez hê gelekî we hʼiz bikim, gelo hûnê min hindikî hʼiz bikin?


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Niha xûşk-birayêd mine şîrin û hʼeyran, hûn in şabûn û kʼofîya serê min delalno, yektîya Xudanda aha qewîn bimînin.


Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Ji Pawlos, bona Mesîh Îsa girtî û Tîmotʼêyoyê bira, Filîmonê heval-xebat û delalê xwerʼa,


Silavê Êpafrasê xulamê Mesîh Îsa jî li we hene, ku ew yek ji we ye. Ew her gav bi dil û can bona we dua dike, wekî hûn gihîştî miqerʼm sekinî bin, tʼemamîya eʼmirê Xwedêda bawer bin.


Em Wî dannasîn dikin, her kesî şîret dikin, her kesî bi hʼemû serwaxtîyê hîn dikin, wekî her kesî yektîya Mesîhda gihîştî li ber Xwedê bidine sekinandinê.


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


Ez dilê xwerʼa yekî mîna wî nabînim, ku bona hʼalê we mîna pêşewitîkî xem bixwe.


Ez zanim gava bême cem we, ezê bi dewlemendtîya dua-dirozgêd Mesîh bêm.


Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.


Xwedê şeʼdê min e, ku ez bi hʼuba Mesîh Îsa çiqasî hʼeyra we hʼemûyada me.


Û xulamê sersedekî, ku bona wî yekî hêja bû, nexweş ber mirinê bû.


Ji Pawlos, xulamê Mesîh Îsa, şandîtîyêrʼa gazîkirî, bona belakirina wê Mizgînîya Xwedêye kʼifşkirî,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite