Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 2:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Wek ku hûn dizanin, me tu caran di gotinên xwe de zimanhilûtî nekiriye û ne jî em bi niyeta çavbirçîtiyê peyivîne. Xwedê şahidê me ye!

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Мә готьнед хԝәда һʼьләкʼари нәкьрьн, чаԝа һун заньн, нә жи пәй тьмайа тʼәркәльпаскьри кʼәтьн. Хԝәде шәʼдә йә!

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 چون هَ وِسا گو اون دِزانِن مَ قِسَدانا خودا نه چه جارا اَزمانَگه خَمِلاندی دا شُله، نه ژی اَم بِ نیّتا طمعه هاتِن، خدا شاهِدَ.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 2:5
34 Referans Kwoze  

Gelo min bi destê ewêd ku min ser weda şandin, hûn kʼara xwerʼa dane xebatê?


Xwedê şeʼdê min e, ew Xwedêyê ku ez nava Mizgînîya Kurʼê Wîda bi dil û can xulamtîyê dikim, ez her gav we bîr tînim


Min havijîya xwe zêrʼ, zîv û kʼincê tʼu kesî neanîye.


Çi ku werʼa dinivîsim, ez ber Xwedê bêxêlif dibêjim.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kʼara xwe, lê bi rʼezedilî,


Belê serwêr çawa malkirê Xwedê, gerekê bêlekʼe be: Ne serhʼişk, ne hêrs, ne pey şeravê kʼetî, ne sirʼtûk, ne pey kʼeda hʼeram,


Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin.


Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tʼu kesî nekirîye, zîyan nedaye tʼu kesî û kesek kʼara xwerʼa nedaye xebatê.


Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.


Usa jî bira berdestî giran bin, xeberdanêda durʼûtîyê nekin, xwe nedine şeravê, pey kʼeda hʼeram nekʼevin.


ne serxweş, ne sirʼtûk, lê berbihêr, ne şerʼûd, ne pʼerehʼiz.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Em ne mîna hineka ne, yêd ku xebera Xwedê kʼara xweva girêdidin, lê belê em çawa merivne ji Xwedêda şandî, li ber Xwedê bi heleqetîya Mesîh pê sitqê dilê rʼast xeber didin.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite