Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 2:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 yêd ku hin Xudan Îsa, hin jî pʼêxember kuştin û em jî zêrandin. Evana li Xwedê xweş nayên û miqabilî dinê-eʼlamê ne!

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Wan hem Xudan Îsa, hem jî pêxember kuştin û tengahî dan me jî. Xwedê ji wan ne razî ye û ew dijraberên hemû mirovan in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 йед кӧ һьн Хӧдан Иса, һьн жи пʼехәмбәр кӧштьн у әм жи зерандьн. Әвана ль Хԝәде хԝәш найен у мьԛабьли дьне-әʼламе нә!

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 ژه هَمَن اَو یهودیه گو هم عیسیْ خاده گُشتِن، هم پِیغَمبَر، و اَم ژی هاوِتنَ دَروَ. اَو خدا کَیف خوش ناگَن و گَل تواوی بَشَری دُژمِناتیه دِگَن.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 2:15
21 Referans Kwoze  

Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne.


û çawa serekêd kʼahîna û serwêrêd me nemamîya kuştina Wî kirin, xaç kirin.


Û tʼemamîya cimeʼtê caba wî da û got: «Bira xûna Wî li ser me û li ser zarʼêd me be!»


Orşelîm! Orşelîm! Te pʼêxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest!


Lê Xwedê gelekêd ji wan begem nekirin, lema cinyazêd wan berʼîyêda her dera kʼetî man.


Ewî dîna xwe dayê, ku kirina wî li cihûya xweş hat, rʼabû Petrûs jî da girtinê. Ev yek rʼojêd Cejina Nanê Şkevada qewimîn.


Xwedêyê kal-bavêd me Îsa ji mirinê rʼakir, Ewê ku we darva dardakir kuşt.


bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir.


Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite