Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Çimkî birano, hûn jî ketin eynî rewşa wan civînên bawermendan ên Xwedê yên ku li Cihûstanê bi Mesîh Îsa ne, we jî eynî cefa ji destê miletê xwe kişand, wek ku wan ji destê Cihûyan kişand.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Чьмки һун жи хушк-бьрано, кʼәтьнә һʼале ԝан щьвинед Хԝәдейә пʼара Мәсиһ Иса, кӧ ль Щьһустане нә, ԝә жи хут әԝ щәфа дәсте мьләте хԝәда кʼьшандьн, чаԝа ԝан жи дәсте ԝан щьһуйада,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 چون گو گَلی بِرایا، وَ ژه کلیسایه خدا ناو حَریما یهودیه دا گو ناو مسیحْ عیسیْ دا نَ، نمونَ گِرت. چون گو وَ ژه هموَلاتِت خو هَمَن اَو ایزا دیتِن گو اَوان ژه یهودیا دیته بون،

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 2:14
26 Referans Kwoze  

Belê gava em cem we bûn, me hê hingêda werʼa digot, ku emê rʼastî tengasîya bên û usa jî bû, çawa hûn zanin.


Lema em xwexa jî nava civînêd Xwedêda pê we difirʼin, bona sebir û bawerîya we, çimkî hûn wan hʼemû zêrandin û tengasîya dikʼişînin, yêd ku têne serê we.


Lê civînêd Mesîhe Cihûstanêda ez rʼû bi rʼû nas nedikirim.


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Wekî din ez dibêjim: Xudan çawa pʼara her kesî da û çawa Xwedê gazî her kesî kir, bira weke wê yekê jî bijî. Ev e tʼemîya ku ez didime hʼemû civîna.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Hananîya lê vegerʼand û got: «Xudan, bona vî merivî min ji geleka bihîstîye, wekî Orşelîmêda wî çiqas xirabî li cimeʼta Te kirîye.


Şawûl jî hʼeta hingê hê gef li şagirtêd Xudan dixwar ku wan bide kuştinê. Ew çû cem serekkʼahîn,


Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.


Lê Şawûl gelek zirar dida civînê, mal-mal digerʼîya jin û mêr kʼaşî derva dikirin davîtine kelê.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.


Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê


Ne nig bavêjine ber cihûya, ne ber necihûya, ne jî ber civîna Xwedê,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite