Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 2:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Û bona vê yekê jî em her gav rʼazîbûnê didine Xwedê: Gava we ji me xebera Xwedê bihîst, we ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rʼast jî usa ye, ku nava we bawermendada Ya xwe dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

13 Û ji bo vê yekê jî em bê rawestin şikir ji Xwedê re dikin ku çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wisa ye, ev jî di nav we, bawermendan de dixebite.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

13 У бона ве йәке жи әм һәр гав рʼазибуне дьдьнә Хԝәде: Гава ԝә жь мә хәбәра Хԝәде бьһист, ԝә нә кӧ чаԝа хәбәра мәрьвайе, ле чаԝа хәбәра Хԝәде ԛәбул кьр, рʼаст жи ӧса йә, кӧ нава ԝә баԝәрмәндада Йа хԝә дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 اَم ژی سَریگ بَر خاطره وه یگه شُکرا خدا دِگَن گو وقته وَ کلاما خدا قَبول گِر، هَمَن اَو کلاما گو وَ ژه مَ بیهیست، وَ اَو کلام بینا کلاما بَشَری قَبول نَگِر، بَلگو وَ اَو بینا کلاما خدا قَبول گِر، گو بَراستی ژی وِسایَ؛ هَمَن اَو کلاما گو ناو وَ خُدان ایمانادا شُل دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 2:13
41 Referans Kwoze  

Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Awa bawerî ji bihîstinê tê û bihîstin jî ji gotinêd bona Mesîh.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


lê xebera Xudan hʼeta-hʼetayê dimîne». Ev ew xeber e, ku bi Mizgînîyê werʼa hate dayînê.


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.


Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.


Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e.


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Ewî jî li wan vegerʼand û got: «Dê û birayêd Min ew in, yêd ku xebera Xwedê dibihên û diqedînin».


Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin.


Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.


Wan bi rʼastîya Xwe buhurtî-jibare ke. Xebera Te rʼastî ye.


Hûn îdî paqij in bi wê gotinê ya ku Min werʼa gotîye.


Ev e meʼna vê meselê: Tʼoxim xebera Xwedê ye.


Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Bavê weyî ku nava weda ye wê xeber de.


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Gava bona rʼabûna mirîya bihîstin, hinek pê kʼenîyan, lê hineka jî got: «Bona wê yekê emê careke din ji te bibihên».


kʼulfeteke xwedêbawer ji bajarê Tîyatîrayê, navê wê Lîdya ku kʼincêd şîrk difirotin, guhdarî dikir. Xudan dilê wê vekir ku guh bide gotinêd Pawlos.


Min jî pêrʼa-pêrʼa şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hʼemû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan terʼa hatîye eʼmirkirinê bêjî, em jî bibihên».


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûhʼenna şandine cem wan.


Carekê Îsa li ber gola Cênîsartê sekinîbû û eʼlaletê dora Wî girt, ku xebera Xwedê bibihê.


Çimkî merʼa jî ew Mizgînî hate dayînê, çawa wanrʼa. Lê belê ew Mizgînîya ku wan bihîst kʼar neda wan, çimkî ew yek bawerîyêva girê nedan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite