Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Selanîkî I, 2:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Hûn xwexa şeʼde ne, usa jî Xwedê, ku em tʼevî we bawermenda çawa hʼelal, rʼast û bêqusûr rʼabûn-rʼûniştin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Hûn bi xwe şahid in û Xwedê jî şahid e, ku em bi we bawermendan re çawa bi awayekî paqij, rast û bêqusûr, rabûn û rûniştin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Һун хԝәха шәʼдә нә, ӧса жи Хԝәде, кӧ әм тʼәви ԝә баԝәрмәнда чаԝа һʼәлал, рʼаст у беԛӧсур рʼабун-рʼуньштьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 اون شاهِدِن و خدا ژی شاهِدَ گو رِفتارا مَ گَل وَ خُدان ایمانادا چه قیاسا مُقدس و صالِح و به عَیب بو.

Gade chapit la Kopi




Selanîkî I, 2:10
26 Referans Kwoze  

ne ku li ser yêd ku pʼara we kʼetine hʼukum kin, lê nexşê qenc nîşanî kêrî kin.


çimkî Mizgînîdayîna me ne ku tʼenê bi xeberê werʼa hate dayînê, lê usa jî bi qewatê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bê şikîyê. Hûn zanin em bona we nava weda çawa bûne.


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî,


Gava ew hatine cem wî, wanrʼa got: «Hûn xwexa zanin wê rʼoja pêşinda gava min nigê xwe avîte qeza Asyayê, hʼeta niha werʼa çawa bûme.


Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.


Hûn xwexa zanin ku gerekê hûn çʼeʼv bidine me, çimkî em nava weda bêpʼergal-bêxîret nîbûne,


Me gotinêd xweda hʼilekʼarî nekirin, çawa hûn zanin, ne jî pey timaya tʼerkelipaskirî kʼetin. Xwedê şeʼde ye!


Çima ez aha dikim? Ez we hʼiz nakim? Wê yekê Xwedê zane!


Me dilê xweda cî kin! Me neheqî tʼu kesî nekirîye, zîyan nedaye tʼu kesî û kesek kʼara xwerʼa nedaye xebatê.


Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim.


Bona vê yekê ez rʼoja îroyîn li ber we şeʼdetîyê didim, ku cabdarê xûna we tʼu kesî nînim,


Xwedêyê Bavê Xudan Îsa, ku hʼeta-hʼetayê hêjayî şikirîyê ye, zane ku ez derewa nakim.


Awa em ku haş ji xofa Xudan hene, dikin ku meriva bînine rʼayê. Û em Xwedêva jî eʼyan in, guman heye, ku em îsafa weva jî eʼyan in.


Lê belê em ji tiştêd eʼybe dizîva dûr in û fêlbazîya nakin, xebera Xwedêda qelpîyê nakin. Lê serda em rʼastîyê eʼyan dikin û bi vî awayî xwe dîyarî îsafa her merivî dikin li ber Xwedê.


Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî eʼmelêd xwe dikʼişînin, lê Evî tʼu xirabî nekirîye».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite