Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 9:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Ew Îsraêlî ne; kurîtî, rûmet, peyman, dayîna Şerîetê, perizîn û soz ên wan in.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 кӧ исраели нә. Ль ԝан дькʼәвә бьбьнә лаԝед Хԝәде, Хԝәде рʼумәта Хԝә нишани ԝан да, пәйман тʼәви ԝан гьредан, ԛанунед Хԝә данә ԝан у кьрьнә хԝәйед һʼәбандьн у созед дайи.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 اَو اسرائیلینَ و قَبول بون بُ اَولادیتیه یا وانَ، شُکوه و جلال بُ وانَ، عَهد بُ وانِن، شِریعَت بُ وان هاتیَ دایین، پَرستِش گِرِن یا وانَ و وَعدَ یه وانِن؛

Gade chapit la Kopi




Romayî 9:4
61 Referans Kwoze  

Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


Lê belê naqewime ku sozê Xwedê xêlif derê, çimkî ne ku ew hʼemû ne îsraêlî, yêd ku ji Îsraêl dinê kʼetine


Ev soz bona we û zarʼêd we ye, usa jî bona hʼemûyêd dûr e ku Xudan Xwedê meyê gazî wan ke».


Rʼast e qeyde-qanûnêd hʼebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî.


Çimkî we rʼuhʼekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew Rʼuhʼ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi Kʼîjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!»


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


lê ev yek tʼenê xwarin-vexwarinê û cûrʼe-cûrʼe şûştin-veşûştinêd qeyde-qanûnêva girêdayî ne. Ev qeyde-qanûnêd dervayî ne, kʼîjan ku hʼeta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin.


Ya hindurʼda pişta pʼerʼdê, jêrʼa «Cîyê Herî Pîroz» digotin.


Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune».


Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweyîmilkʼ hebû, rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din.


Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.


Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji rʼikʼinyata Birahîm in? Ez jî.


Awa ew soz Birahîm û zurʼeta wîrʼa hatine dayînê. Nivîsarêda nayê gotinê: «Zurʼetêd te» çawa bona geleka, lê bona yekî: «Zurʼeta te» û ew zurʼet Mesîh e.


Ser sindoqê, xêrûbêd rʼûmeta Xudan hebûn û ser cîyê ku gune dihatine baxşandinê, dikirine sî. Niha ne wext e ku em bona wan bi hûr-gilî xeber din.


Ev tişt aha cîkirî bûn. Kʼahîn her gav dikʼevine goza der, xizmetkʼarîya xwe dikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite