Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 9:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Wî ev yek kir, wekî dewlemendtîya rʼûmeta Xwe wan derdanarʼa bide kʼifşê, yêd ku bûne xweyê vê rʼeʼmê, kʼîjan ku Wî pêşda hazir kiribûn, wekî ew tʼevî rʼûmeta Wî bibûna.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Wî wisa kir, da ku dewlemendiya rûmeta xwe ji firaxên rehmê re bide zanîn, yên ku wî ji berê ve ew ji bo rûmetê amade kirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Ԝи әв йәк кьр, ԝәки дәԝләмәндтийа рʼумәта Хԝә ԝан дәрданарʼа бьдә кʼьфше, йед кӧ бунә хԝәйе ве рʼәʼме, кʼижан кӧ Ԝи пешда һазьр кьрьбун, ԝәки әԝ тʼәви рʼумәта Ԝи бьбуна.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 مِرُو چه دِگاریت بِژیت هَگو خدا بِ وه شُله عَظمَتا شُکوه و جلالا خو بِ آمانه رَحمه بِدَتَ ناسین، اَو آمانه گو اَوی پِشتِر بُ شُکوه و جلاله حاضِر گِرِنَ؟

Gade chapit la Kopi




Romayî 9:23
22 Referans Kwoze  

Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?


De bira Ew weke dewlemendtîya rʼûmeta Xwe qewatê bi saya Rʼuhʼê Xwe bide we, ku hûn kʼûrayîya dilê xweda bişidin,


Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.


Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir.


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Wî ev yek kir, wekî li nava wan zemanêd ku wê bên, dewlemendtîya kʼerema Xweye bêhimber, hindava meda bi saya Mesîh Îsa, bi şîrinayî bide kʼifşê.


Bira çʼeʼvêd rʼuhʼê we vebin, wekî hûn feʼm bikin, çi ye ew gumana ku Wî gazî we kirîye û çi ye ew dewlemendtîya rʼûmeta Wî, ya ku cimeʼta Wî wê war be


Çimkî Xwedê kʼîjan pêşda bijartin, ew jî pêşda kʼifş kirin, ku bibine mîna Kurʼê Wî, wekî Îsa nava gelek xûşk-birada nixurî be.


Ewê bi rʼuhʼ û qewata Êlyas pʼêxember pêşîya Xudanva herʼe, wê dilê bava ser zarʼada û neêlima berbi feʼmdarîya rʼasta vegerʼîne, wekî cimeʼtekê bona Xudan hazir ke».


Xwedê em bona xezebê kʼifş nekirine, lê wekî xilazbûnê bistînin, bi destê Xudanê me Îsa Mesîh.


şikirîya xwe bidine Bavê, ku hûn layîqî vê yekê kirine, wekî hûn Pʼadşatîya rʼonayêda tʼevî cimeʼta Wî bibine xweyîpʼar.


Belê ez ku ji nava cimeʼta Xwedêda ji yê herî biçʼûk kêmtir im, lê ev kʼerem minrʼa hatîye dayînê, ku nava necihûyada dewlemendtîya Mesîhe ne li ber hʼişa dannasîn kim


Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Kʼîjan pêşda kʼifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kʼîjana kir, ew jî bêsûc kirin û kʼîjan bêsûc kirin, ew jî xweyîrʼûmet kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite