Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 9:11 - Peymana Nû (Încîl)

11-12 Gava kurʼik hê nebibûn, hê qencî-xirabî nekiribûn, Rʼêvêkayêrʼa hate gotinê: «Yê mezin wê xulamtîyê li yê biçʼûk bike». Ev yek bû, wekî qirara Xwedê weke bijartina Wî derê, ne ku kirava girêdayî be, lê li gora gazîya Xwedê be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

11-12 Hê ku zarok çênebûbûn û tiştekî qenc an xerab nekiribûn, ji wê re hat gotin ku: «Yê mezin wê ji yê biçûk re xulamtiyê bike.» Ev wisa çêbû, da ku mebesta bijartina Xwedê ne li gor kirinan, lê li gor gazîkirina wî be.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

11-12 Гава кӧрʼьк һе нәбьбун, һе ԛәнщи-хьраби нәкьрьбун, Рʼевекайерʼа һатә готьне: «Йе мәзьн ԝе хӧламтийе ль йе бьчʼук бькә». Әв йәк бу, ԝәки ԛьрара Хԝәде ԝәкә бьжартьна Ԝи дәре, нә кӧ кьрава гьредайи бә, ле ль гора газийа Хԝәде бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 دوزَ گو بِچوگ هِشتا نَهاته بونَ دُنیایه، و چه شُلا قَنج آن خِراب نَگِره بون، بَر خاطره هِنده گو آماجا خدا بِژارتِنه دا بَردَوام بِمینیت، نه بَر خاطره عملا بَلگو بَر خاطره اَوه گو گاز دِگَت،

Gade chapit la Kopi




Romayî 9:11
22 Referans Kwoze  

Xwedê em xilaz kirin, pîrozîyêrʼa gazî kirin, ne ku bona kirinêd me, lê li gora qirar û kʼerema Xwe. Eva kʼerema bi saya Mesîh Îsa, ew hê dewrêd berêda merʼa hate dayînê.


Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin.


Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn.


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


çawa nivîsar e: «Min tu kirî bavê gelek mileta». Ew bavê me ye, li ber wî Xwedêyê ku ewî bawer kir, wekî Ew mirîya sax dike û gazî tiştêd tʼunene dike, çawa ku hene.


Ev yek ne ji kirina ye, wekî yek pʼeyê xwe bide.


Em zanin xûşk-birano, ku hûn Xwedêda hʼizkirî û bijartî ne,


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Me dil dida we, li ber dilê weda dihatin û lava ji we dikir, ku hûn layîqî Wî Xwedêyî bimeşin, Yê ku hûn gazî Pʼadşatî û rʼûmeta Xwe kirine.


anegorî qirara Wîye hê dewrêd berêda, ya ku Wî bi destê Mesîh Îsa, Xudanê me kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite