Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:37 - Peymana Nû (Încîl)

37 Lê em nava van hʼemû tiştada hê zêde serdikʼevin, bi saya Ewî ku em hʼiz kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

37 Lê belê bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

37 Ле әм нава ван һʼәму тьштада һе зедә сәрдькʼәвьн, бь сайа Әԝи кӧ әм һʼьз кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

37 نه، ناو تواوی وان دِشدانَ دا اَم سَرتِر ژه اَونه سَرکَوتی نَ، بِ واسِطا اَوه گو مُحبّت مَ گِر.

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:37
25 Referans Kwoze  

Lê şikir ji Xwedê, ku em bi destê Xudanê me Îsa Mesîh ser xistin.


Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.


Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin.


Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,


ji vir şûnda ne ku ez dijîm, lê Mesîh e ku nava minda dijî. Û niha ku ez vî qalibîda dijîm, bi Kurʼê Xwedê bawerkirinê dijîm, Yê ku ez hʼiz kirim û canîya Xwe bona min da der.


lê Ewî minrʼa got: «Kʼerema Min besî te ye, çimkî qewata Min sistîyada mîyaser dibe». Awa ezê bi dilekî şa hʼalê sistîyêd xweda bifirʼim, wekî qewata Mesîh nava minda be.


Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Em hʼiz dikin, çimkî Ewî pêşda em hʼizkirin.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Lê gava evî dêris nedêrisîyê li xwe wergire û evî mirî nemirîyê li xwe wergire, hingê ew gotinê bê sêrî, ku nivîsar e: «Serkʼetinê mirin hʼûfî xwe kir».


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Binihêrʼe, hineke ji kʼinîşta mîrêcin hene, yêd ku dibêjin: ‹Eme cihû ne›, lê rʼast ne cihû ne, ew derewa dikin. Va Ezê pʼêyî ser wan kim, ku ew bên û li ber nigêd te ta bin û bizanibin Ez te hʼiz dikim.


Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


Çi wê bikaribe me ji wê hʼizkirina Mesîh biqetîne? Derd-kul, teʼlî-tengî, zêrandin, xelayî-celayî, bêsitʼarî, qede-bela yan şûr?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite