Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:36 - Peymana Nû (Încîl)

36 Çawa nivîsar e: «Bona Te em her rʼoj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hʼesab dibin».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

36 Wek ku hatiye nivîsîn: «Tevahiya rojê em di ber te de tên kuştin, Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

36 Чаԝа ньвисар ә: «Бона Тә әм һәр рʼож бәр мьрьне нә, мина пәза сәржекьрьне һʼәсаб дьбьн».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 هَ وِسا گو زَبورا داووددا هاتیَ نِویساندِن: «بَر خاطره تَ اَم همو رُژه دِنَ گُشتِن، اَم بینا وان پَزا دِنَ حساب گِرِن گو اَوان دِبَنَ بُ شَژه گِرِنه.»

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:36
18 Referans Kwoze  

Çima em jî her gav xwe davêjine ser sêla sor?


Çimkî ez tʼexmîn dikim, ku Xwedê em şandî avîtine paşîya kʼoçʼa, çawa ji mirinêrʼa dayî. Em dinêda bûne îtoyîn, hin li ber milyakʼeta, hin jî ber meriva.


Ew cîyê ku wî nivîsarêda dixwend ev bû: «Mîna peza bona serjêkirinê hate birinê û çawa berxa li ber qusêsê xwe nake kʼalîn, devê Xwe venake.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Ewê we ji kʼinîşta derxine derva. Wextê jî bê, wekî kʼî ku we bikuje jî, wê bifikire yançîye ew Xwedêrʼa qulix dike.


Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim.


Belê me xwerʼa qirara mirinê hʼesab kir, lê ev yek bû wekî em gumana xwe nedine ser xwe, lê ser Xwedê, Yê ku mirîya ji gorʼa rʼadike.


me hʼesab dikin çawa yêd nenas, lê yêd bi nav û deng in, çawa yêd mirî, lê va ye eme sax in, çawa ceza standî, lê nekuştî ne,


Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme.


Ez dixwazim Wî û qewata rʼabûna Wîye ji mirinê nas kim û tʼevî cefayêd Wî bim, bikʼevime hʼalê mirina Wî,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite