Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

34 Ma kî dikare sûcdar derxe? Mesîh Îsa yê ku mir û ji vê jî zêdetir ji nav miriyan rabû, li milê Xwedê yê rastê ye û mehdera me dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

34 Кʼи дькарә ԝан нәһәԛ кә? Мәсиһ Иса йә кӧ бона ԝан мьр, ле бәле жь мьрьне рʼабу жи у кʼеләка Хԝәдейә рʼасте йә, бона мә лава-навчетийе дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 کِیَ گو اَوان محکوم گَت؟ مسیحْ عیسیْ گو مِر، و نه تِنه اَوَ، بَلگو اَو ژه ناو مِریادا ژی رابو، اَوه گو سَر دَسته راستَ خدایَ، اَوَ گو بَراستی بُ مَ شفاعته دِگَت.

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:34
37 Referans Kwoze  

Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Û Yê dila eʼnene dike zane fikira Rʼuhʼê Pîroz çi ye, çimkî Ew weke qirara Xwedê bona merivêd Xwedê lava-navçêtîyê dike.


Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne.


Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt.


Awa ku hûn tʼevî Mesîh ji mirinê rʼabûne, ku usa ye li tiştêd jorin bigerʼin, wê dera kʼu Mesîh li milê Xwedêyî rʼastê rʼûniştî ye.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Bona vê yekê jî Mesîh mir û sax bû, wekî hin hʼukumî ser mirîya bike, hin jî ser zêndîya.


Îsa bona neheqîyêd me hate kuştinê û ji mirinê rʼabû, ku em rʼast bêne hʼesabê.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Ew nûra rʼûmeta Xwedê ye, xût mîna heyîntîya Wî ye, Ew bi qewata xebera Xwe her tiştî xwey dike. Gava Ewî mecala şûştina gunêd meriva hazir kir, li jor herema mezinayîya Xwedêye rʼastê rʼûnişt.


De îdî em loma hevdu nekin, lê hûn xwerʼa bidine ber hʼesaba, çawa bikin ku nig nedine li ber bira, ku nelikʼumin yan pʼişk nebin.


Ewê rʼojê hûnê ji Min tʼu tiştî nepirsin. Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku hûn pê navê Min çi ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Hinekî şûnda îdî dinyayê Min nebîne, lê hûnê Min bibînin. Çimkî Ez dijîm, hûnê jî bijîn.


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite