Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бәле чь кӧ Ԛануне жь дәст бетʼаԛәтийа бьнйатʼа мәрьвайе нькарьбу бькьра, Хԝәде әԝ йәк кьр, Кӧрʼе Хԝә дьлԛе бьнйатʼа мәрьвайийә гӧнәкʼарда бона гӧна шанд. У аһа Әԝи ԝе бьнйатʼеда диԝана гӧнә кьр,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 چون خدا اَو شُل گِریَ گو شِریعَته بَر خاطره ضعیف بونا جسمه نَگاری بِگَت. خدا گوره خو بینا جسمَگه گُنَهکار و بُ گُنَهه رِگِر و اَوی گُنَه، ناو جسمه دا محکوم گِر.

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:3
28 Referans Kwoze  

niha kʼî ku bawerîya xwe Îsa bîne wê bêsûc be.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Bi qurbanekê Ewî yêd ku paqij dibin hʼeta-hʼetayê kʼamil kirin.


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Em vê yekê zanin ku binyatʼa meye kevin tʼevî Wî xaç bû, wekî qalibê gunekʼar serî hilnede, ku ji vir şûnda em nebine xulamêd gune.


Awa Qanûn miqabilî sozêd Xwedê ye? Tʼu car! Belê heger qanûnek hebûya, ku bikaribûya jîyîn bida, hingê eʼseyî rʼasthʼesabbûn wê bi qanûnê bibûya.


Ewê ku hʼeyfa Wî Kurʼê Wî nehat, lê bona me hʼemûya da der, îdî wê çawa her tiştî tʼevî Wî pʼêşkʼêşî me neke?


Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Çawa ku zarʼ xûn û goşt in, Îsa Xwexa jî bû mîna wan, kʼete binyatʼa merivayê, wekî bi vî awayî pê mirina Xwe, yê ku hʼukumê wî ser mirinê heye unda ke, awa gotî mîrêcin


lê Xwexa Xwe şkênand, kʼete binyatʼa xulamekî û bû mîna meriva, kʼete dilqê însên.


Lê Evî kʼahînî tʼenê carekê bona guna qurban da û peyrʼa hʼeta-hʼetayê kʼêleka Xwedêye rʼastê rʼûnişt


Serekkʼahînekî meyî usa tʼune, ku bêtʼaqetîyêd meda dilê Wî ser me neşewite, lê Ew ji hʼemû alîyada cêrʼibandî ye mîna me, lê tʼenê bêgune.


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Çimkî min xwexa dixwest nifirʼ li min bibûya, tʼêla min ji Mesîh biqetîya, bona miletê minî ji xûn-goştê min,


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Awa cara duda wana gazî wî merivê ku kor bû kirin û gotinê: «Ber Xwedê rʼast bêje! Em zanin ku Ew Meriva gunekʼar e».


Tʼevî Wî du qaçax jî xaç kirin, yek li milê Wîyî rʼastê, yê din li milê Wîyî çʼepê.


Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite