Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:24 - Peymana Nû (Încîl)

24 Belê vê gumanêda em xilaz bûn. Lê ew gumana ku tê dîtinê, ew ne guman e, çimkî yek çawa dikare gumana wî tiştî be, kʼîjan li ber çʼeʼva ye?

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

24 Çimkî em bi hêviyê xilas bûn. Lê hêviya ku tê dîtin, ne hêvî ye. Ma tiştê ku mirov dibîne çawa hêvî dike?

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

24 Бәле ве гӧманеда әм хьлаз бун. Ле әԝ гӧмана кӧ те дитьне, әԝ нә гӧман ә, чьмки йәк чаԝа дькарә гӧмана ԝи тьшти бә, кʼижан ль бәр чʼәʼва йә?

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

24 چون گو مَ هَ ناو وه اُمیده دا نجات پَیدا گِر. نَهَ اَو اُمیدا گو هاتَ دیتِن، ایدی اُمید نینَ. چون گو که اُمیدا خو سَر وه دِشدا گو دِتَ دیتِن گِردِدَت؟

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:24
29 Referans Kwoze  

Bawerî eʼseyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne.


çimkî em bi bawerîyê dijîn, ne ku bi dîtina çʼeʼva.


Awa em dîna xwe nadine tiştêd xuya dibin, lê yêd nexuya, çimkî tiştêd xuya bona wextekî ne, lê yêd nexuya hʼeta-hʼetayî ne.


Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.


Lê em ku yêd rʼojê ne, gerekê serxwe bin: Zirihʼa bawerîyê û hʼizkirinê li xwe wergirin, kʼumzirihʼê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


bi gumanê şa bin, tengasîyada sebir kin, her gav dua bikin,


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


Xwedê xwest li ber cimeʼta Xwe veke, ku çi dewlemendtîke xweyîrʼûmet vê surʼêda bona hʼemû mileta heye. Û ew surʼ ev e, ku Mesîh nava weda ye, awa gotî hûn gumana wê yekê ne, ku pʼara rʼûmetê bin.


Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.


Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.


Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


Awa niha ev hersêk dimînin: Bawerî, guman û hʼizkirin. Lê hʼizkirin ser wanrʼa ye.


Wî cîyê ku guman nemabû, Birahîm bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta, çawa hatibû gotinê: «Zurʼeta teyê jî wê haqasa be».


Belê eʼfirîn jî ber bayê betalîyê kʼetin, ne ku bi hʼemdê xwe, lê Xwedê ew dane vê yekê. Lê belê ew guman hebû,


wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite