Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Û ne bi tenê afirandin, lê em bi xwe jî, em ên ku me Ruh wek para pêşî standiye, ji kûr ve dinalin û li benda kurîtiyê û azadbûna bedena xwe ne.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 У нә тʼәне әʼфьрин, ле әм хԝәха жи, кӧ мә чаԝа бәре дәрәмәта пешьн Рʼӧһʼе Пироз станд, нава хԝәда зарә-зар ьн у ԝе һивийе нә, һʼәта әм һәԛе лаԝтийа Хԝәде бьстиньн, аԝа готи әм бьгьһижьнә азайийа ԛальбе хԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 نه تِنه آفِراندِن بَلگو اَم بوخو ژی گو مَ حاصِلا رِحا خدا یا اَوِلی هَیَ، ناو وجودا خودا دِنالِن، وه حالیدا گو اَم ناو مقاما گورادا بِ گَلَک اشتیاقه هِویا هِنده نَ گو بُ اَولادیتیه بِنَ قَبول گِرِن، آنی اَم هِویا خَلاص بونا بَدَنه خو نَ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:23
26 Referans Kwoze  

usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Rʼuhʼê Pîroz çawa bihê hatîye dayînê hʼeta em sozê Xwedê war bin, çaxê Xwedê cimeʼta Xwe lap aza ke, bona pesindayîna rʼûmeta Xwe.


Û Rʼuhʼê Xwedêyî Pîroz neêşînin, bi Kʼîjanî hûn bona Rʼoja Azayîyê hatine morkirinê.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Lê çi ji me dikʼeve, em bi saya Rʼuhʼê Pîroz û pê bawerîyê hʼeyra wê rʼasthʼesabbûnêda ne, ya ku em têda guman in.


Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kʼî wê min ji destê vî qalibê pʼûçʼî-mirî xilaz ke?


Hʼemû eʼfirîn jî bê sebir çʼeʼvnihêrʼî xuyabûna lawêd Xwedê ne.


Ewê îdî nikaribin bimirin, ew weke milyakʼeta ne. Ew zarʼêd Xwedê ne, çimkî pʼara rʼabûna mirîya ne.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Gava ev tişt destpêbibin, hûn rʼabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e».


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Belê gava em gihîştine Mekedonyayê, me qet rʼihʼetî nedît, lê me hʼemû alîyava teʼlî-tengî kʼişandin, dor-bera şerʼ-deʼw bûn, dilada jî xem û derd bûn.


Û ne tʼenê bi vê yekê, lê em bi tengasîyêd xwe jî difirʼin, çimkî em zanin ku tengasî sebirê tîne,


Û ne tʼenê haqas, lê bi Xwedê jî em difirʼin, saya Xudanê xwe Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî em tʼevî Xwedê li hev hatine.


ku hûn kêmasîya tʼu pʼêşkʼêşê nakʼişînin, gava hîvîya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in.


û mora Xwe danî ser me, Rʼuhʼê Pîroz kire dilê me çawa bihê ji ber sozê Xweva.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite