Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Çimkî qanûna Ruhê ku bi Mesîh Îsa jiyanê dide, ez ji Şerîeta guneh û mirinê azad kirim.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Чьмки ԛануна Рʼӧһʼе кӧ жийине дьдә, бь сайа Мәсиһ Иса әз жь ԛануна гӧна у мьрьне хьлаз кьрьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 چون گو ناو مسیحْ عیسیْ دا، شِریعَتا رِحا ژیانه اون ژه شِریعَتا گُنَهه و مِرِنه آزاد گِرِنَ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:2
29 Referans Kwoze  

Û gune wê serwêrtîyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremêda.


Û ew Xudan Rʼuhʼ e û Rʼuhʼê Xudan li kʼu derê be, li wê derê jî azayî heye.


Hûn ji gune aza bûn û bûne xulamêd heqîyê.


Ewî ew karîn da me, wekî em bibine qulixkʼarêd peymana nû, ne ku yê nivîsarê, lê yê Rʼuhʼ, çimkî qanûna nivîsar dikuje, lê Rʼuhʼ dide jîyînê.


Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax», lê Ademê paşin bû rʼuhʼekî jîyîndayînê.


Awa heger Kurʼê Xwedê we aza ke, hûnê rʼastî aza bin.


Hûnê rʼastîyê nas kin û rʼastîyê we aza ke».


Usa jî hûn xûşk-birayêd min, bi bedena Mesîh hindava Qanûnêda mirin, ku bibine pʼara yekî din, Yê ku ji mirinê rʼabûye, wekî hûn Xwedêrʼa ber bînin.


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger te dayîna Xwedê bizanibûya û bizanibî Kʼî ye ku terʼa dibêje: ‹Avekê bide Min Ez vexwim›, teyê ji Wî av bixwesta û Ewî wê ava jîyînê bida te».


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tʼevî Mesîh xaç bûm,


wekî çawa gune bi mirinê hʼukum kir, usa jî kʼerema Xwedê bi rʼasthʼesabkirinê hʼukum bike, me bibe berbi jîyîna hʼeta-hʼetayê bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Awa ez qanûnekê dibînim: Gava dixwazim ku qencîyê bikim, bê hʼemdê min dibe xirabî.


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Awa îdî çi maye ku em pê bifirʼin? Hʼemû pʼûçʼ bû çû. Çima pʼûçʼ bû? Çimkî em Qanûnê diqedînin? Na xêr, lê çimkî em bawer dikin.


Pey sê rʼoj û nîvarʼa Xwedê rʼuhʼê jîyînê ber wanda anî, ew rʼabûne ser pʼîya û xofeke mezin kʼete ser yêd ku ew dîtin.


lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hʼişê min begem kirîye dike şerʼ û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.


Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin.


Lê ewê ku çʼeʼvê xwe ji qanûna kʼamile ku aza dike nabirʼe û nava wêda dimîne, dibihê bîr nake, lê diqedîne, ew wan kirinêd xweda xwezilî ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite