Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Çimkî we rʼuhʼekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew Rʼuhʼ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi Kʼîjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

15 Çimkî we ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî «Abba – Bavo!» gazî dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

15 Чьмки ԝә рʼӧһʼәки ӧса нәстандийә, кӧ ԝә диса бькә хӧлам бьтьрсьн, ле ԝә әԝ Рʼӧһʼ стандийә, Йе кӧ ԝә дькә лаԝед Хԝәде, бь Кʼижани гази Ԝи дькьн: «Абба!» аԝа готи «Баво!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 چون گو رِحا بردتیه بُ وَ نَهاتَ دایین گو اون دیسا بِکَونَ تِرسه، بَلگو مقاما گورادا، رِحا اَونه گو بُ اَولادیتیه هاتنَ قَبول بون، بُ وَ هاتیَ دایین گو بِ واسِطا وی اَم بِگَنَ هَوار: «اَبّا، بابو.»

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:15
30 Referans Kwoze  

Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê.


Me ne ku rʼuhʼê vê dinyayê standîye, lê ew Rʼuhʼê ji Xwedê, wekî em wan tiştêd ji Xwedêda merʼa dayî feʼm bikin.


Hema ew Rʼuhʼ Xwexa tʼevî rʼuhʼê me şeʼdetîyê dide, ku em zarʼêd Xwedê ne.


û yêd ku tʼemamîya eʼmirê xweda hêsîrêd tirsa mirinê bûne xilaz ke.


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


Hʼizkirinêda tirs tʼune, lê hʼizkirina gihîştî tirsê dûr dixe, çimkî tirs xweyîcefa ye û ewê ku ditirse, ew hʼizkirinêda hê negihîştîye.


Û got: «Abba, Bavo! Her mecal ji destê Te tê. Evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Min nîbe, lê ya Te be».


Û ne tʼenê eʼfirîn, lê em xwexa jî, ku me çawa berê deremeta pêşin Rʼuhʼê Pîroz stand, nava xweda zare-zar in û wê hîvîyê ne, hʼeta em heqê lawtîya Xwedê bistînin, awa gotî em bigihîjine azayîya qalibê xwe.


Ewî wanarʼa got: «Gava hûn dua dikin, aha bêjin: Bavo, Navê Te pîroz be. Pʼadşatîya Te bê.


Îsa gote wê: «Min negire, çimkî Ez hê rʼanebûme cem Bavê. Lê herʼe cem birêd Min û wanrʼa bêje. ‹Ezê rʼabime cem Bavê Xwe û cem Bavê we, cem Xwedêyê Xwe û cem Xwedêyê we›».


û got: «Bavo, heger eʼmirê Te ye, evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Te be, ne ku ya Min».


Gava Ew bê, Ewê gunêd merivêd dinê bide rʼûyê wan, heqî-neheqîyê li ber wan veke û dîwana Xwedê wanva eʼyan ke.


Ewî çʼira xwest, rʼevî hindurʼ, lerizî xwe avîte ber Pawlos û Sîlas.


Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»


Hingê hʼemû binelîyêd dor-berêd Girasînê hîvî ji Îsa kirin, ku ji wan dûr kʼeve, çimkî saweke mezin ew girtibûn. Ew jî kʼete qeyikê û paşda vegerʼîya.


Gava ewî Îsa dît, kire qîrʼîn kʼete ber Wî û bi dengekî bilind got: «Tu çi ji min dixwazî Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Ez rʼeca ji Te dikim, min nede cefê!»


Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.


Usa jî Rʼuhʼê Pîroz tê hewara bêtʼaqetîya me, çimkî em nizanin gerekê çawa dua bikin, lê Rʼuhʼê Pîroz Xwexa bi gotinêd kʼesere nayêne ser zar-zimana, bona me lava-navçêtîyê dike.


ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî.


Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin.


çimkî çend birayêd derew şûlikîne nava me, wekî ceʼsûsîyê azayîya me bikin, ya ku bi saya Mesîh Îsa me dest anîye. Wana dixwest em bikirana bindest.


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Ez jî tirsîyam û çûm telantê te eʼrdêda veşart. Hanê malê te terʼa be›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite