Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 8:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ньһа иди диԝана ԝан набә, йед кӧ тʼәви Мәсиһ Иса бунә йәк.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 بَجا نَهَ بُ اَونه گو ناو مسیحْ عیسیْ دانَ چه محکوم بون چِنینَ.

Gade chapit la Kopi




Romayî 8:1
32 Referans Kwoze  

Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Mesîh em ji wê nifirʼa Qanûnê kʼirʼîn, ew dewsa me kʼete bin wê nifirʼê, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ ser yê darva dardakirî ye».


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa çʼiqil xwexa nikare ber bide, heger kʼolêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin.


û tʼevî Wî bibime yek. Îdî ev rʼastîya min, ne ku ji qanûnqedandina min tê, lê ji Xwedê ye, ya ku hʼîmê wê ji bawerîya ser Mesîh e.


Ewêd ku bi Rʼuhʼê Xwedê têne rʼêberîkirinê, ew in lawêd Xwedê.


Çawa hʼemûyêd ji Adem bûyî dimirin, usa jî hʼemûyêd ji Mesîh bûyî wê sax bin.


Awa ez dibêjim, bi saya Rʼuhʼê Pîroz bimeşin û hûnê xwestinêd binyatʼa însên nekin.


wekî rʼastbûna tʼemîyêd Qanûnê nava meda bê qedandinê, em ku bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ.


ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî eʼfirînekî mayîn dikare me ji hʼizkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa pʼara me kʼetîye.


Em ku bi saya Rʼuhʼ dijîn, bi rʼêberîya Rʼuhʼ bimeşin.


Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava xulam û azayada, ne jî nava mêra û jinada, çimkî hûn hʼemû jî yek in yektîya Mesîh Îsada.


Wê rʼojê hûnê bizanibin ku Ez nava Bavê Xweda me, hûn nava Minda ne û Ez jî nava weda me.


Heger ez wî tiştê ne bi dilê xwe dikim, îdî ne ku ez dikim, lê ew gunê ku nava minda dimîne, ew dike.


Lê awa ne ku ez wê yekê dikim, lê belê gunê ku nava minda dimîne dike.


Ez bawermendekî Mesîh nas dikim, çardeh sal pêşda, (nizanim qalibda bû, nizanim bê qalib bû, ew Xwedê zane), hʼeta eʼzmanê sisîya hate hilatinê.


Silavê bidine Endronîko û Yûnyasê pismam û hevalêd mine kelêda. Ew nava şandîyada eʼyan in û berî min bawerîya xwe Mesîh anîne.


Silavê bidine Priskîlayê û Akîla, heval-xebatêd mine şixulê Mesîh Îsada.


Û pʼêşkʼêş ne usa ye, çawa heqê gunê yekî, çimkî dîwanê bi gunekî sûcdarî anî, lê pʼêşkʼêşê ji gelek neheqîya bêsûc kir.


Çimkî qanûna Rʼuhʼê ku jîyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim.


Lê hûn bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ dijîn, heger rʼast Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne. Lê heger Rʼuhʼê Mesîh dilê yekîda tʼune, ew ne pʼara Wî ye.


Û heger ew Rʼuhʼê ku Îsa ji mirinê rʼakir nava weda dijî, ku usa ye Ewê Mesîh ji mirinê rʼakir, wê bi wî Rʼuhʼê Xweyî nava weda, jîyînê bide qalibê weyî pʼûçʼî-mirî jî.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite