Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Romayî 7:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Dema ku hê em li gor nefsê dijiyan, xwestekên guneh ên ku bi Şerîetê hişyar dibûn, di endamên bedena me de dixebitîn, da ku ji mirinê re ber bidin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Чьмки гава мә һе бь бьнйатʼа мәрьвайе дьжит, тәме гӧна, кӧ жь Ԛануне сәри һьлдьдан, нава ԛальбед мәда йа хԝә дькьрьн, кӧ әм бәре мьрьне бьдьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 چون وقته گو اَم بِن سَلطَنَتا جسمه دا دِژیان، داخازیِت مَ یه گُنَهه گو بِ شِریعَته اَو دِراگِرِنَ سَرپِیا، ناو اَندامه بَدَنا مَدا دِخَبِتین، گو بُ مِرِنه اِرمیشه بینِن.

Gade chapit la Kopi




Romayî 7:5
28 Referans Kwoze  

Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Ewêd ku xwe spartine kirêd Qanûnê, ew binê nifirʼêda ne, çimkî nivîsar e: «Nifirʼ li her kesî ye, yê ku nava hʼemû nivîsarêd kʼitêba Qanûnêda namîne û naqedîne».


Û endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqîyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rʼabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqîyê, bona Xwedê.


Hingê we ji kirinêd xwe çi ber çinîn, bona kʼîjana niha hûn şerm dikin? Ew axirîyê mêriv dibine berbi mirinê.


Her kesê ku gune dike, ew Qanûna Xwedê ditʼerʼibîne û gune xût qanûntʼerʼibandin e.


Awa xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsîyê, hʼeramîyê, temê xirab, dilhavijîya xirab û timayê, ku pʼûtpʼaristî ye.


Qîlê mirinê gune ye û qewata guna ji Qanûnê ye.


Ji kʼu ne ew şerʼ û deʼwê nava weda? Ne ji temêd we ne, ku nava dilê weda şerʼê xwe dikin?


Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Hûn ku eʼsilê xweda necihû ne û ji alîyê cihûyada «bê sinet» dihatine hʼesabê, yêd ku xwexa xwe «sinetkirî» hʼesab dikirin, bi sinetîya qalibe bi desta kirî, awa bîr bînin ku hûn hingê çi bûn.


lê qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hʼişê min begem kirîye dike şerʼ û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


(Ez mîna eʼdetê merivayê dibêjim, bona binyatʼa weye merivayîye bêtʼaqet.) We çawa wextekê endemêd xwe dane neheqîyê ku bibine xulamêd hʼeramîyê û neheqîyê, usa jî niha endemêd xwe bidine hʼelalîyê ku bibine xulamêd heqîyê.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune.


Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Bona vê yekê Xwedê ew dane bênamûsîyê, hʼeta jinêd wan jî hʼewcetîya xweye eʼdetê dinê hʼewcetîya ekʼsîeʼdetîyêrʼa guhêrʼîn.


Yê ku ji bedenê dibe beden e, yê ku ji Rʼuhʼ dibe rʼuhʼ e.


Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên.


Belê rʼast e em meriv in, lê bi merivayî eskerîyê nakin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite